ÎSRAÎL - Şêx Muwefeq Terîf li ser rewşa Durziyên li Sûriyeyê hişyarî da
Rêberê ruhanî yê Durziyan ê li Îsraîlê Şêx Muwefeq Terîf derbarê rewşa mirovî ya Durziyên li Sûriyeyê hişyarî da.
Şêx Muwefeq Terîf diyar kir ku ew ji aliyê hêzên hikûmeta veguhêz a Şamê ve hatine dorpêçkirin û rê li ber gihîştina alîkariyan tê girtin.
Her wiha amaje pê kir ku "zêdetirî 120 hezar kes koçber bûne."
Rewşa Durziyên li Sûriyeyê û dorpêç
Şêx Muwefeq Terîf, li gundê Julisê yê li bakurê Îsraîlê li ser rewşa Durziyên li Sûriyeyê daxuyanî da.
Terîf ragihand ku piştî derbasbûna 7 mehan di ser şer û pevçûnan re, hîn jî metirsî li ser jiyana Durziyan didome û "bi temamî ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyeyê ve hatine dorpêçkirin."
Şêx Terîf da zanîn ku rê li ber her cure alîkariyên mirovî tê girtin, heta alîkariyên ku ew ji Îsraîlê hewl didin bişînin jî nagihêjin.
Rêberê ruhanî yê Durziyan ê li Îsraîlê Şêx Muwefeq Terîf got:
"Zêdetirî 120 hezar kesî koçber bûne û nikarin vegerin ser mal û milkên xwe.
Dest danîne ser 38 gundan û zêdetirî 300 kesî ku jin û zarok jî di nav de ne, dîl hatine girtin."
'Jûra Hawarçûnê' ya li gundê Julisê
Durziyên li Îsraîlê li gundê Julisê ji bo hevahengî û komkirina alîkariyan ji bo Durziyên li Sûriyeyê "jûreke hawarçûnê" ava kiriye.
Li wir alayên Îsraîlê û Durziyan li kêleka hev hatine danîn û posterên bi zimanên Îbranî û Erebî yên ji bo piştgiriya Durziyên li Sûriyeyê tên dîtin.
Tîrmeha sala borî, li başûrê Sûriyeyê di navbera çekdarên Durzî û eşîrên Erebên Bedewî de şer û pevçûnên giran rû dabûn.
Li gorî çavkaniyên herêmî, di wî şerî de zêdetirî 2 hezar kesî hatine kuştin ku 789 ji wan Durziyên sivîl bûn.
Rêberê ruhanî yê Durziyan bi tundî rexne li hêzên hikûmeta Sûriyeyê girt û ew wekî "cîhadî û endamên DAIŞê" bi nav kirin û anî ziman:
"Pêdiviya Durziyan bi hêzên ewlehiyê yên hikûmetê nîne û dikarin xwe biparêzin.
Lê belê hikûmet di vê zivistana dijwar de rê li ber gihîştina sotemenî û pêdiviyan digire."
Dan û standinên Îsraîl û Sûriyeyê
Ev daxuyanî di demekê de ne ku Îsraîl û Sûriyeyê bi navbeynkariya Amerîkayê çend rûniştinên dan û standinên rasterast kirine.
Yek ji mijarên dan û standinan ew e ku destûr ji bo Durziyên li Sûriyeyê were dayîn ku wekî karkerên rojane li Îsraîlê bixebitin.
Şêx Terîf piştgirî dide vê gavê û dibêje, "Rewşa aborî ya li Sûriyeyê gelekî zehmet e."
Wî her wiha xwest ku rê ji bo Durziyan were vekirin ku karibin serdana cihên xwe yên pîroz ên li Sûriye, Libnan û Îsraîlê bikin.
Rudaw
