Mesrûr Barzanî: Yekitiya Xwandevan û Lavên Demokrat a Kurdistanê malbendek bûye ji bo gehandina gelek rêveberên PDKê
Cîgirê Serokê PDKê Masrûr Barzanî bi boneya 73emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Xwandevan û Lawan, serdana mekteba sekreteriya vê rêxistinê kir û bal kişand ser rola wê ya dîrokî di gihandina serkirdeyên partiyê de.
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Masrûr Barzanî îro 18ê Sibatê, serdana Mekteba Sekreteriya Yekîtiya Xwandevanên Demokrat ên Kurdistanê û Yekîtiya Lavên Demokrat ên Kurdistanê kir û ji aliyê sekreter û endamên mekteba sekreteriyê ve bi germî hat pêşwazîkirin.
Masrûr Barzanî di gotarekê de bi boneya 73yemîn salvegera damezrandina rêxistinê, pîrozbahiyeke germ li hemû endaman kir û got: "Endamên vê rêxistinê her dem îsbat kirine ku hêz û serweteke mezin a PDKê ne. Ev rêxistina têkoşer bûye navenda perwerdekirin û gihandina piraniya serkirdeyên PDKê."
Masrûr Barzanî herwiha destnîşan kir, Yekîtiya Xwandevan û Lavan di nava tevgera rizgariya Kurdistanê de, roleke bibandor lîstiye û her dem di eniya pêş a parastina mafên xelkê Kurdistanê de cih girtiye.
Cîgirê Serokê PDKê di dawiya axaftina xwe de hêvî xwast ku di vê serdemê de jî Yekîtiya Xwandevan û Lavan roleke xurt di gihandina ciwanan de bilîze. Masrûr Barzanî got: "Em hêvîdar in ku ev rêxistin di pêşxistina hişyariya neteweyî û hîmên nîştimanperweriyê de di nava qutabî û ciwanên Kurdistanê de berdewam be."
Basnews
