Mesrûr Barzanî meha Remezanê li Mislimanên Kurdistan û cîhanê pîroz dike
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de meha Remezanê li Mislimanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir û tê de got: Ez hêvî dikim ku meha Remezanê ji bo hemî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê meha xêr, xweşî, aştî û dilovaniyê be.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 17ê Sibata 2026ê) peyamek parve kir û tê de got: Bi helkefta hatina meha Remezanê ya pîroz, ez pîrozbahiyê li hemî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa ragihand: Ez hêvî dikim ku meha Remezanê ji bo hemî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê meha xêr, xweşî, aştî û dilovaniyê be.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa got: Em ji Xudayê mezin lava dikin ku, rojî û îbadetê hemî aliyan qebûl bike.
Komîteya Bilind a Dîtina Heyvê ya Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku, êvara îro (Sêşem, 17ê Sibata 2026ê) ku li gorî salnameya Koçî dibe 29ê Şabana 1447ê, ji bo diyarkirina roja yekê ya meha Remezanê bi komîteyên nesereke yên parêzgeh û rêveberiyên serbixwe re reciviyaye.
Di wê daxuyaniyê de hatiye gotin ku, li gorî delîlan eşkere bûye ku heyv li asîmanê Herêma Kurdistanê hatiye dîtin, ji ber vê yekê jî Komîteya Bilind a Dîtina Heyvê biryar da ku sibe roja Çarşemê, 18ê Sibata 2026ê, li Herêma Kurdistanê roja yekê ya meha Remezanê be.
K24
