Li Kurdistanê rojiya Misilman, Êzidî û Mesîhiyan di heman rojê de ye
Di diyardeyeke gerdûnî û kêmdîtî de ku ji her 33 salan carekê ducare dibe, îro li Kurdistanê di heman demê de rojiya her sê olên Îslam, Êzidî û Mesîhî ye.
Bi banga sibehê re, Misilmanan dest bi roja yekem a meha Remezanê kir.
Rojiya Remezanê dê mehekê bidome û bi Cejna Remezanê ya sê rojan bi dawî bibe.
Rojiya Xidir Îlyas
Îsal rojiya Kurdên Êzidî jî rastî heman demê hat. Îro çarşemê, roja sêyem û dawî ya "Rojiya Xidir Îlyas" e.
Êzidî duşema borî dest bi rojiya xwe kiribû û ew jî ji berbanga sibê heta rojavabûnê xwe ji xwarin û vexwarinê digirin.
Sibe Pêncşemê Cejna Xidir Îlyas e.
Rojiya Mezin a Mesîhiyan
Her wiha Mesîhî jî îro di "Rojiya Mezin" de ne ku ji 16ê Sibatê ve dest pê kiriye.
Mesîhî ji saet 12:00an şevê heta 12:00an nîvro tiştekî naxwin û venaxwin.
Lê ji 12:00an nîvro heta 12:00an şevê dikarin bixwin, bi şertekî ku xwarinên wan bê goşt û bê berhemên ajalî bin.
Ev rojî wekî amadekariyekê ye ji bo Cejna Rabûnê (Qiyamê).
Her çiqas dema rojiyê dirêj e jî rêûresmên wan taybetmendiyekê didin "Roja Yekşemê" ji ber ku wekî roja pîrozbahî û Qudasê tê hejmartin.
Rudaw
