Rapora Komîsyonê temam bû: Pêşniyarên girîng çi ne?
Rapora pêşnûme ya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku di bin banê Parlamentoya Tirkiyeyê de hatiye avakirin, temam bû.
Di raporê de pêşniyarên balkêş ên wekî bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê, dawîanîna li tayînkirina qeyûman û "pêkanîna edaleta înfazê" cih digirin.
Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş metna hevpar wekî "Raporeke ku dûrî têgihiştina efûyê ye û hiqûq û wijdana giştî esas digire" nirxand.
Kurtulmuş her wiha diyar kir ku ev çarçove pêdiviya destûreke nû tîne rojevê.
Pêşniyarên balkêş
Di raporê de pêşniyarên şênber bal kişand.
Di metnê de hat tekezkirin ku divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn () bêkêmasî bên bicihanîn.
Ji bo mijara ku di raya giştî de wekî "mafê hêviyê" tê nîqaşkirin, bêyî ku nav were dayîn, îfadeya "Divê edaleta înfazê were dabînkirin" hat bikaranîn.
Di raporê de pêşniyara dawîanîna li tayînkirina qeyûman jî cih girt ku demeke dirêj e tê nîqaşkirin.
Naveroka raporê çi ye?
Piştî axaftina Kurtulmuş pêşniyarên di rapora hevpar de hatin xwendin.
Pêşniyarên sereke wiha ne:
- Xala herî krîtîk a pêvajoyê ew e ku yekîneyên ewlehiyê yên dewletê piştrast bikin ku hemû pêkhateyên PKKyê çek danîne. Divê mekanîzmaya tesbît û piştrastkirinê bi hevahengiya di navbera saziyên dewletê de bixebite.
- Pêdivî bi yasayeke serbixwe û demkî heye. Armanc ew e ku kesên çek û tundiyê red dikin vegerin nav civakê. Divê yasa wijdana giştî li ber çavan bigire.
- Divê derbarê kesên ku dê ji vê yasayê sûdê wergirin, bêguman kiryarên yasayî bên kirin û "têgihiştina efûyê" çênebe.
- Divê polîtîkayên ku xizmeta yekbûna civakî dikin bên diyarkirin. Pêşxistina derfetên aborî û civakî divê di pêşiyê de be. Divê veberhênanên li herêmê zêde bibin.
- Divê bi yasayê mekanîzmayek were avakirin ku pêvajoyê bişopîne.
- Divê xebatên kesên ku di pêvajoyê de cih digirin bi yasayê bên parastin.
- Divê jîngeheke siyasî were avakirin ku her raman (bêyî heqaret û gef) were îfadekirin.
Biryarên DMME û Dadgeha Destûra Bingehîn
- Divê mekanîzmayên ku nîşan didin dê biryarên DMME û Dadgeha Destûra Bingehîn bêkêmasî bên bicihanîn, werin xurtkirin.
Mafê hêviyê
- Divê Mevzuata Înfazê li ber çavan were derbaskirin û li ser esasê edaleta înfazê were sererastkirin.
- Li gorî têgihiştinên DMME û Dadgeha Destûra Bingehîn divê darizandina girtî nebe esas.
- Divê astengiyên li pêşiya bikaranîna tam a maf û azadiyan bên rakirin.
- Çalakiyên di çarçoveya azadiya îfadeyê de divê wekî sûcê terorê neyên nirxandin.
- Yasayên ku azadiya çapemeniyê sînordar dikin divê ji nû ve bên nirxandin.
- Divê Yasaya Partiyên Siyasî, Yasaya Hilbijartinê û Yasaya Etîka Siyasî werin amadekirin.
Qeyûm
- Di rewşa ku şaredar ji kar were dûrxistin de, divê hilbijartin tenê di nav Meclisa Şaredariyê de were kirin.
Rudaw
