Hêja Osman: Herêma Kurdistanê, bi hikûmet û gelê xwe ve, bû mertalek ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê
Pisporekî siyasî dibêje ku civîna di navbera Wezîrên Derve yên Dewletên Yekbûyî û Sûriyê de bi amadebûna fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê ve, hêviya avakirina herêmek li Rojavayê Kurdistanê bûye rastiyek. Wî girîngiya rola Herêma Kurdistanê di parastina Rojavayê Kurdistanê de tekez kir.
Duh 13.02.2026ê fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlum Ebdî, û Îlham Ehmed beşdarî hevdîtinên di navbera Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Robio û Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî de kirin.
Vê derbarê de Ajansa Reuters ragihand ku Amerîkayê, ji Serokê Demkî yê Sûriyê Ehmed Şera xwestiye ku di çareserkirina daxwazên HSDê de nermbûna herî zêde nîşan bide.
Ajansê got, "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dixwazin di nav dewleta Sûriyê de cureyekî otonomî û xweseriyê bidin Kurdan."
Vê derbarê de pisporê siyasî Hêja Osman, wêneyekî civînê li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kir û got: "Rastiya Herêma Rojavayê Kurdistanê hêviyek û kêfxweşiyek mezin e, gelê Kurd li wê beşê gelek qurbanî dan. Ev dîmenê konferansa Munchenê wan xem û êşane kêm dike ku çend heftiyek berî naha me kêşan.’’
Herwaha diyar kir: "Tevî kêmasiyên me li başûr, Başûrê Kurdistanê bi hikûmet û gelê xwe ve bûye mertalek li dijî êrîşa li dijî destdirêjiyên li ser Rojavayê Kurdistanê. Coşa piştgiriyê ya gelê başûr di asta yekem de û herwaha bakur û derveyî welêt hemû sînor derbas kiriye. Tu demekî gelê Kurd bi wî awayî yekgirtî nebûye û derket gelê Kurd hişyare li hember rewşa netewî û hest bi metirsiyan dike.’’
Hêja Osman ragehand: "Berî her tiştekî û berî hemû hewldanan, dîrok dê kêliyên ku Serok Barzani pêşî li jenosîda Kurdan girt û di heman demê de bi dîplomatîk hevkêşeyê di berjewendiya Kurdan de şikand ji nû ve binivîse. Ez hêvî dikim ku bûyerên çend hefteyên borî ji bo pêşeroja me bibin ders."
Basnews
