Serok Barzanî bi boneya heftêsêyemîn salvegera damezrandina Yekitiya Xwandevan û Lavên Demokrat a Kurdistanê peyamek belav kir
Serok Mesûd Barzanî bi boneya heftêsêyemîn salvegera damezrandina Yekitiya Xwandevan û Lavên Demokrat a Kurdistanê peyamek pîrozbahiyê belav kir.
Peyama Serok Barzanî waha ye:
Bi navê xwedayê bexşîner û dilovan
Bi boneya heftêsêyemîn salvegera damezrandina Yekitiya Xwandevan û Lavên Demokrat a Kurdistanê pîrozbahiyekî germ li sekreter û endamên sekreteriyê û hemû ciwan û xwandevanên xoşdivî yên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftin û berdewamiya xebata wan dixwazim.
Yekitiya Xwandevan û Lavên Demokrat a Kurdistanê di şoreşa Îlon û Gulan û Raperîn û qonaxên din de bûye cîhê perwerdekirina xebatkar û niştimanperwer û kadroyên xwedî şiyan. Herwaha rola xwe bi piştevanîkirina Pêşmerge û xebatar tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê de bi awayekî bi rûmet lîstine û gelek qurbanî dane.
Erkê rêxistina xwandevan û lavan ku di hemû rewş û qonaxan de pêbendî nirxên bilind ên rêbaza kurdayetiyê bin û bi rêya belavkirina hişyariya niştimanî û bawerî bi xwe anîna netewî di nav civakê, xizmeta armancên bilind ên gelê Kurdistanê re kirine.
Her serkeftî bin û bimînin di xêr û xweşiyê de
Mesûd Barzanî
18.02.2026
Basnews
