Li Kerkûkê bi nivîsên fermî daxwaza dûrxistina cotkarên Kurd tê kirin
Nivîsek ji Şûbeya Kiştukalî ua Sergeranê arasteyî nahiyeya Sergerana ser bi Kerkûkê ve hatiye kirin û daxwaz tê kirin biryara dadgehê ku zeviyên Kurdan bi Ereban dayîne bê cîbicîkirin û nivîsa din jî ji nahiyeya Sergeranê bo polîsê wê nahiyeyê hatiye şandin da ku rêkarên pêwîst bên girtin.
Mihemed Îsmaîl, Nûnerê Cotkarên Sergeranê ji Rûdawê re ragihand, hejmareke daxwazên Erebên hawirde li dadgehê di berjewendiya wan de yekalî bûne ku pişt bi wan nivîsên serdema Sedam girê didin û got, “Di demekê de ew biryar hatine hilweşandin û niha Fermangeha Kiştukalî ya Kerkûkê bi guşar ketiye jêr wan hewlên Şemmerî didin.”
Di nivîsa kiştukalî ya Sergeran û nahiyeyan de jî cotkarên Kurd ku xwediyên rasteqîn ên zeviyan in, wek zêderû hatine binavkirin û hatiye daxwazkirin rêkarên emnî bên girtin bo wê yekê ku zevî ji xwediyên wan ên rasteqîn bên stendin û radestî Erebên hawirde bên kirin.
Pêştir li sînorê Sergeran û Kendênawe li Kerkûkê bi biryara dadgehê zeviyên cotkarên Kurd bi Erebên hawirde hatibûn dayîn û girêbesta wan bo hatiye nûkirin. Li gor biryarê divê cotkarên Kurd berhemên xwe bidurin û zeviyên xwe radestî Erebên hawirde bikin.
Beşek ji cotkarên Kurd pêştir ew biryar cîbicî nekirin û beşek din jî bi zebrê hêzê zeviyên wan jê hatine stendin. Fermangeha Kiştukal a Kerkûkê diyar dike, biryar a dadgehê ye û divê bê cîbicîkirin.
Zêdetir ji 10 biryarên din bo zeviyên li Sergeran û Kendênawe der çûne ku ew zeviyên cotkarên Kurd bi Ereban bên dayîn. Piraniya cotkarên Kurd zeviyên xwe radestî Erebên hawirde nekirine, lêbelê beşek û di nav wan de 50 donim zevî li Deşta Axa ya Pelkane bi zebrê hêz ji Kurdan hatine stendin û bi Erebên hawirde hatine dayîn.
Nûnerên Kerkûkê li parlamentoyê piştî bûyerên Cotmeha 2017, mijûlî wan pirsgirêkan e. Beşeke sereke ya kêşeyan biryara parlamento û hikûmetê bo der çûye, lêbelê heta niha li wezaretên peywendîdar nehatiencîbicîkirin.
Li parêzgeha Kerkûkê, milyonek û 200 hezar donim zeviyên pirsgirêk li ser hene, tenê li Kendênawe nêzikî 200 hezar donim zeviyên cotkarên Kurd pirsgirêk li ser heye. Ji 42 gundên li wê deverê 40 gundên Kurdan û tenê 2 gund ên Ereban e.
Rudaw
