• Monday, 02 February 2026
logo

Şandeke ENKSê bi serokatiya Mihemed Îsmaîl gihîşt Şamê

Gulan Media February 2, 2026 Nûçe
Şandeke ENKSê bi serokatiya Mihemed Îsmaîl gihîşt Şamê

Şandeke Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) bi armanca encamdana hevdîtinan bi berpirsên pilebilind ên hikûmeta Sûriyeyê, gihîşt Şamê, Paytexta Sûriyeyê.

Li gorî zanyariyên K24ê, li ser vexwendineke fermî ya Wezareta Derve ya Sûriyeyê, Şandeke Serokatiya ENKSê bi serokatiya Serokê ENKSê Mihemed Îsmaîl îro 2ê Sibatê, gihîşt Şamê. 

Pêştir Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso ji K24ê re ragihandibû, Ofîsa Wezîrê Derve yê Sûriyeyê bi wan re peywendî daniye û daxwaza hevdîtinê bi Serokatiya ENKSê re kiriye. ENKSê ev vexwendin qebûl kiriye, da ku nêrînên xwe yên siyasî û daxwazên gelê Kurd li Şamê bîne ziman.

Pabendbûna bi 'Yekrêziya Kurdî'

Silêman Oso derbarê vê serdanê û helwesta ENKSê de tekezî li ser biryarên Konferansa 26ê Nîsana 2025an kir û got: "Em wek ENKS, her pabendî biryarên Konferansa 26ê Nîsanê ya Yekrêziya Kurdî û Şanda Hevbeş a Kurdî ne. Armanca me ya herî bilez di vê qonaxê de ew e ku herêmên Kurdî ji şer bên parastin."

Daxwaza aktîvkirina Şanda Hevbeş a Kurdî

Silêman Oso di daxuyaniyên xwe de destnîşan kiribû ku ew dixwazin hevdîtineke siyasî ya berfireh di navbera Şanda Kurdî ya Hevbeş û hikûmeta Sûriyeyê de pêk bê, da ku çareseriyek ji bo pirsgirêka Kurd û krîza Sûriyeyê were dîtin.

 

K24

Top