• Wednesday, 04 February 2026
logo

Lindsay Graham ji gelê Îranê re: Xwepêşandanan berdewam bikin

Gulan Media February 2, 2026 Nûçe
Lindsay Graham ji gelê Îranê re: Xwepêşandanan berdewam bikin

Senatorekî Amerîkayê gelê Îranê teşfîq dike ku di xwepêşandanên xwe de berdewam bin û dibêje, alîkariya Donald Trump di rê de ye û hûn dikarin pişta xwe pê girêbidin.

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham, ku nêzîkî Serokê Amerîkayê Donald Trump e, di vîdyoyekê de ku li ser hejmara xwe ya X-ê belav kiriye, ji xwepêşanderên Îranî ra dibêje , "Serok Trump got ku xwepêşandanan bidomînin û hevkarî di rê de ye."

Graham berê xwe dide xelkê Îranê û dibêje, “Eger rejîma Îranê bimîne û em dev jê berdin, wê sed salan alozî û kaos hebe.”

Tekezî li wê jî dike, ku "Ez bi tevahî baweriya xwe bi Donald Trump tînim û ew ê sozên xwe yên ji gelê Îranê re bicîh bîne û dibêje: "Alîkarî di rê de ye û berdewam di xwe pêşandanan de.

 

Basnews

Top