• Monday, 02 February 2026
logo

Tesmîm: Eger PDK û YNK li hev nekin, parlamento dê serokkomar diyar bike

Gulan Media February 2, 2026 Nûçe
Tesmîm: Eger PDK û YNK li hev nekin, parlamento dê serokkomar diyar bike

 Serokê Hevpeymaniya Tesmîmê Amir Fayiz ragihand ku armanca serdana şandeya Çarçoveya Hevahengiyê ya Herêma Kurdistanê ew e ku "YNK û PDKyê teşwîq bike da ku li ser namzedê serokkomariyê li hev bikin."

Amir Fayiz her wiha amaje pê kir, eger ew her du partiyên Kurdistanî li hev nekin, ev pirs dê li Parlamentoya Îraqê bi dengdanê were çareserkirin û Çarçoveya Hevahengiyê dê ji bo dengdana ji bo namzedê ti aliyî biryareke diyarker nede.

Şande ji bo lihevkirinê tê Herêma Kurdistanê

Şandeyeke Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê îro tê Herêma Kurdistanê û dê çend civînan pêk bîne.

Amir Fayizê ku Serokê Hevpeymaniya Tesmîmê û yek ji beşdarên civînên Çarçoveya Hevahengiyê ye li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Amir Fayiz ragihand ku înîsyatîveke diyarkirî ya şandeyê tune ye.

Li gorî wî, armanca serdanê ew e ku bizanin ka pirsa çareserkirina namzedê serokkomariyê li kû asê maye da ku çareseriyek were dîtin, bigihîjin lihevkirinê ku were pesendkirin û ti alî aciz û nerazî nebe.

Amir Fayiz got, "Divê ew pirs (a serokkomar) were yekalîkirin da ku gavên Çarçoveya Hevahengiyê yên ber bi avakirina hikûmetê ve bên avêtin çimkî eger serokkomar neyê hilbijartin, avakirina hikûmetê jî dê bi paş bikeve."

Şande ji Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedirê Hadî Amirî û Serokê Hevpeymaniya Esasê Muhsîn Mendelawî pêk tê.

"Eger li hev nekin, dê li parlamentoyê dengdan bê kirin"

Serokê Hevpeymaniya Tesmîmê got, "Eger di wê serdana şandeyê de YNK û PDK bigihîjin lihevkirinê, dibe ku roja çarşemê ya vê hefteyê civîna parlamentoyê ji bo hilbijartina serokkomar were kirin.

Eger li hev nekin, ew pirs dê ji bo dengdana parlamentoyê bimîne û dê di nav Çarçoveya Hevahengiyê de ji bo ti namzedekî biryareke diyarker nebe û ew pirs dê ji bo dengê parlamenteran bimîne."

Hilbijartina serokkomar

Parlamentoya Îraqê 1ê Sibatê cara duyem nekarî ew civîna ku ji bo hilbijartina serokkomar hatibû diyarkirin pêk bîne.

Berê jî 27ê Kanûna Paşîn civîn ji ber heman sedemê nehatibû kirin.

Di civîna 1ê Sibatê ya Serokatiya Parlamentoyê û serokên fraksiyonan de, biryar hat dayîn ku civîna hilbijartina serokkomar ji 8ê Sibatê derbas nebe.

Parlamenterê Îraqê yê ji Fraksiyona PDKyê Şêrwan Duberdanî ji Rûdawê re got:

"Aresteya giştî ew e ku civîna parlamentoyê ya ji bo hilbijartina serokkomar roja Şemiya bê (7ê Sibatê) were kirin."

Li gorî destûrê, divê di nav 30 rojan de ji civîna yekem a serdema nû ya parlamentoyê, serokkomar were hilbijartin û ew jî di nav 15 rojan de namzedê serokwezîriyê ji bo avakirina hikûmetê erkdar bike.

Ji bo posta serokkomariyê 19 namzed hevrikî dikin, yên herî diyar Fuad Husên, namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Nizar Amêdî, namzedê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ne.

 

Rudaw

Top