Zanîngeha Teknîkî ya Berlînê karmendên ku êrişî Kurdan kir ji kar avêtin
Serokatiya Zanîngeha Teknîkî ya Berlînê (TU Berlin) ragihand ku ew tundiya karmendên ewlehiyê ya li hemberî xwenîşandaneke aştiyane ya xwendekarên Kurd a li pirtûkxaneya Zanîngehê şermezar dikin.
Zanîngehê da zanîn ku ew karmend êdî li zanîngehê kar nakin.
Rêxistina Xwendekarên Kurd jî diyar kir ku êrişa karmendên şirketa ewlehiyê "nijadperestî" bûye û êrişên li Kurdan li Almanyayê "zêde bûne."
Serokatiya Zanîngeha Teknîkî ya Berlînê 1ê Sibata 2026an derbarê êrişa karmendên ewlehiyê ya li çalakiya xwendekarên Kurd daxuyaniyek belav kir.
Serokatiyê ragihand ku dîmenên vîdeoya bûyerê "diltezîn" in û tekez kir ku ew piştgiriyê didin rewşeke "bêtundî."
Serokatiya Zanîngeha TUyê got, "Em tundiya li hemberî xwenîşandana aştiyane bi awayekî zelal û eşkere şermezar dikin.
Em dê di demeke herî nêzîk de li ser vê bûyerê lêpirsînê bikin û tedbîrên tund wergirin."
Karmend ji kar hatin derxistin
Zanîngeha TUyê ya Berlînê ku yek ji 20 Zanîngehên herî mezin ên Almanyayê ye, destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin "çandeke Zanîngehê ya dûrî tundiyê û li ser bingeha bihevrejiyanê", lewra alîkarîkirina "qurbaniyan" armanca wan a sereke ye.
Zanîngehê li ser hesabê xwe yê Instagramê derbarê wan karmendan de daxuyaniyek da û got:
"Karmend (ên ewlehiyê) êdî li Zanîngeha Teknîkî ya Berlînê li ser kar nînin. Şirketê niha ev yek ragihand."
Xwendekarên Kurd: Sedema êrişê nijadperestî ye
Xwendekarên Kurd ên li Berlînê li ser torên civakî daxuyaniyek belav kir û diyar kir, roja 26ê Kanûna Paşîn a 2026an dema ku wan çalakiyeke agahdarkirinê li ser Rojavayê Kurdistanê li avahiya pirtûkxaneyê li dar dixist, rastî "êrişeke nijadperestî" hatine.
Rêxistinê ragihand, piştî ku çalakiya wan ji aliyê karmendên ewlehiyê ve hatiye rawestandin, ew "amade bûn" ku ji avahiyê derkevin lê yek ji ewlekaran "beşdarvanek bernedaye."
"Bi porê wê girt û kaş kir"
Her wiha hat diyarkirin ku piştî çalakvanê karîbû xwe ji destê ewlekar rizgar bike, karmend bi dû wî de çûye.
Paşê, wekî ku di vîdeoya xwendekarên Kurd a li Berlînê de xuya dike, ewlekar ew xwendekara keç a beşdarvan "bi porê wê girtiye û kaş kiriye".
Xwendekarên Kurd ên li Berlînê got, "Tevgereke bi vî rengî ya tund a li hemberî çalakiyeke aştiyane, bi awayekî gelekî zêde neadîlane û nehevseng e."
Rêxistina Xwendekarên Kurd êrişê wekî "nijadperestî û transfobî" pênase dike û dibêje, êrişên nijadperestî yên li hemberî Kurdan di çarçoveya bûyerên Rojavayê Kurdistanê de li Almanyayê "zêde bûne".
Rêxistinê derbarê nasnameya wan êrişkaran de ti zanyarî parve nekirin.
Rudaw
