Karwanek din ji nexweşên talasemiyê vegeriya Herêma Kurdistanê
Piştî şandina çend karwanên nexwaşên Talasemiyê ji bo wergirtina dermankirinê bo derveyî welat, karwanek din ji wan nexwaşên Talasemiyê bi serkeftî li derveyî welat derman wergirt û vegeriya Herêma Kurdistanê.
Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 02.02.2026ê ragihand ku piştî çend karwanên nexwaşên talasîmayê û berdewam şandina wan ji bo emeliyata çandina mêjiyê hêstî li derveyî welat, sêyem karwanê wan nexwaşan ku pêktê ji 14 nexweşên talasemiyê piştî encamdana emeliyatê û mayîna wan a zêdetirî 100 rojan bi serkeftî vegeriyan Herêma Kurdistanê û bi kêfxweşî vegeriyan malên xwe.”
Di vê derbarê de, Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Barzencî ragehand: "Ez dixwazim spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bikim ji bo coş û piştgiriya wî, ev projeya mirovî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serkeftî dest pê kir û berdewam dike, hêviya başbûn û ewlehiyê ji bo bi sedan malbatan.’’
Herwaha diyar kir: "Naha zêdetirî 172 welatiyên Herêma Kurdistanê, di nav de nexweşên talasemiyê, bexşvan û hevalên wan, ji bo emeliyata veguheztina mêjiyê hestî li derveyî welêt bûn. Piştî muayeneyên bijîşkî û prosedurên zanistî li Herêma Kurdistanê, ew hatin şandin derveyî welêt û naha wegeriyane. Mayîn û kontrol û emeliyat û çareseriyên wan hemû li ser budceya pêwîst a hikûmetê hatiye dabînkirin.’’
Wezîrê Tenduristiyê got: "Di rojên pêş de, karwanê şeşemîn ku ji hejmarek pêketiyên nexwaşên talasîmayê ne, li gel hevalên wan ên li wê derê li gel wan bimînin dê ji bo heman armancê derveyî welat re bên şandin.’’
Di 19.05.2022 de, di çarçoveya giringîdayîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya jibo xizmetkirina hemwelatiyên Herêmar Kurdistanê de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razîbûn li ser veqetandina 5.5 mîlyon dolar ji bo veguheztina mêjiyê hestî ji bo 100 nexweşên talasemiyê li derveyî Herêma Kurdistanê pejirand.
Rudaw
