• Saturday, 31 January 2026
logo

Sîstema Fîdralîzmê Hunerekî Destûrî ye ji bo Rêgirtina li ber Çêbûna Dîktatoriyetê

Gulan Media December 16, 2025 Raport
Sîstema Fîdralîzmê Hunerekî Destûrî ye ji bo Rêgirtina li ber Çêbûna Dîktatoriyetê

 

Xala herî metirsîdar ku sîstema fîdralî ya Iraqê pûç kiriye, serdestiya zihniyeta lîstika serketî û windaker (Zero-sum game) e. Di vê nêrînê de, Bexda bawer dike ku bihêzbûna Herêma Kurdistanê wateya lawazbûna desthilatê ye li navendê. Bi vê yekê, hemû derfetên stratejiya ku herdû alî serketî bin (Win-Win) pûç kirine. Ji vê jî zêdetir, desthilatdarên niha yên Iraqê amade nînin mîna sîstemên fîdralî yên cîhanê li ser berjewendiya giştî lihev bikin (sazanê bikin), belku hewl didin desthilatan di destê xwe de kom bikin, heta eger ev bi wateya têkdana şîrazeya welat û paşeroja Iraqê be jî.

Zêdetirî du dehikan di ser nivîsandina destûra Iraqê re derbas dibin; ew belgeya ku biryar bû dawiyê li dîroka takrewiyê bîne û Iraqeke nû li ser bingeha "hevparî, hevsengî û lihevkirinê" ava bike. Îro dema em li rewşa siyasî ya Iraqê dinêrin, tiştê em dibînin sîstemeke felckirî ye ku di navbera çakûçê navendgeriyê û sindana milmilaneyên siyasî de asê maye. Pirsa sereke li vir ev e: Çima sîstema fîdralî ji bo gelek dewletên pirnetewe, pirziman û pirayin bûye ew jîngeha aram ku pêkvejiyan, aramî û pêşveçûn tê de geş bibe, lê li Iraqê bûye çavkaniya qeyrana berdewam?

Bersivdayîna vê pirsê ne girêdayî wê yekê ye ku destûra Iraqê baş e an xirab e, ji ber ku destûr tenê têra wê yekê nake ku dewleteke fîdralî ya aram bê avakirin û jîngehekê dabîn bike da ku pêkhateyên cûda bikarin di çarçoveya wî welatî de bi hev re bijîn. Belku xala sereke û gewherî di şikestina proseya siyasî û serxistina sîstema fîdralî li Iraqê de, ji bo wê yekê vedigere ku di nav pêkhateyên cûda yên vê dewletê de çandeke hevbeş çênebûye ku bikarin li ser bingeha lihevkirinê (sazan) baweriyeke mezin di navbera wan de çêbike û hewldanan bikin yek, daku pirsgirêkan bi rêya danûstandinê û di çarçoveya cîbicîkirina destûra welat de çareser bikin.

Piştî biryara Parlamentoya Kurdistanê di Çiriya Pêşîn a sala 1992an de, serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê bi giştî û Serok Barzanî bi taybetî, hemû hewlek dane ji bo ku ew çanda hevbeş a siyasî di nav opozîsyona Iraqê de were holê, da ku hemû pêkhate li ser prensîpa baweriya bi hev, bikarin pirsgirêkên navbera xwe çareser bikin û Iraqê ber bi perava aramî û seqamgîriyê ve bibin û dawiyê li wan şer û kêşeyan bînin ku zêdetirî sedsalekê ye Iraq wek dewlet bi destê wan dinale û samana vî niştimanî ji bo sepandina îradeya dîktatoriyet û takrewiyê bi heder diçe.

Di proseya nivîsandina destûra Iraqê ya sala 2005an de, madeyên destûrî bi awayekî hatine dariştin ku şîroveyên cûda hilgirin û nikaribin bi hêsanî werin cîbicîkirin. Loma kêşeya mezin a destûrê ji wê şêlûbûn û nerûniyê çavkaniyê digire ku peywendiya wan bi pirsgirêkên sereke yên wek "sektora petrol û gazê, sektora dabeşkirina dahatan, çareserkirina pirsgirêka deverên veqetandî yên derveyî Herêma Kurdistanê û Hêza Pêşmerge wek beşek ji sîstema bergiriya Iraqê" heye. Lewma li şûna ku bi rêya lihevkirin û danûstandinê hewl were dayîn şîroveyeke hevbeş ji bo madeyên destûrî were dîtin û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê pê çareser bikin, ji aliyê Bexdayê ve ew madeyên destûrî kirine çekek ji bo lêdan û hewldana lawazkirina desthilatên Herêma Kurdistanê. Ji ber vê yekê, dema madeyên destûrî şîroveyên cûrbecûr hilgirin û dadgeheke fîdralî ya bêalî li ser bingeha destûrê jî nebe ku wek navbijîwanekî dadperwer rolê bibîne, encam dibe milmilaneyeke berdewam ku tê de yasa dibe qurbaniya ajendaya siyasî.

Xaleke din a herî metirsîdar ku sîstema fîdralî ya Iraqê pûç kiriye, serdestiya zihniyeta lîstika serketî û windaker (Zero-sum game) e. Di vê nêrînê de, Bexda bawer dike ku bihêzbûna Herêma Kurdistanê wateya lawazbûna desthilatê ye li navendê. Bi vê yekê, hemû derfetên stratejiya ku herdû alî serketî bin (Win-Win) pûç kirine. Ji vê jî zêdetir, desthilatdarên niha yên Iraqê amade nînin mîna sîstemên fîdralî yên cîhanê li ser berjewendiya giştî lihev bikin, belku hewl didin desthilatan di destê xwe de kom bikin, heta eger ev bi wateya têkdana şîrazeya welat û paşeroja Iraqê be jî.

Pisporên warê yasa û yasaya destûrî derbarê sîstema fîdralî de, ku di dîroka hevdem de maweyê 250 salan e ji bo birêvebirina sîstema dewletê û dabeşkirina desthilatan pena jê re hatiye birin, tekezî li ser wê dikin ku fîdralîzm tenê dabeşkirina dahat û desthilatan nîne di navbera erdnîgariya netewe û ayînên cûda di dewleteke pirrengî de, belku hunerekî destûrî ye ji bo rêgirtina li ber pawankirina desthilatê di destê yek kes an yek grûpê de. Felsefeya li pişt vê sîstemê ew e ku desthilata reha (mutleq), gendelî û stemkariya reha li pey xwe tîne. Li Iraqê piştî 2005an, destûr bi wî rengî hatiye dîzaynkirin ku desthilata hikûmeta fîdralî sînordar bike, daku careke din Bexda nikaribe tank û topan li dijî gelê xwe li Herêma Kurdistanê bi kar bîne, an dorpêçê bixe ser û hewl bide qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê lawaz bike. Lê tiştê ku niha em dibînin, hewldana hikûmeta Iraqê hewldaneke sîstematîk e ji bo valakirina fîdralîzmê ji naveroka wê ya destûrî û felsefî.

Xaleke din a metirsîdar ku hikûmeta Iraqê ji sala 2014an ve li dijî Herêma Kurdistanê dimeşîne, bikaranîna dahat û budçeyê ye wek çekeke siyasî. Ev jî bi awayekî eşkere hewldanek e ji bo ku astengiyên mezin ji bo serxwebûna darayî û danîna budçeyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dirust bike. Wekî ku pisporên zanista siyasetê jî derbarê sîstema fîdralî de tekez dikin: "Fîdralîzm bêyî serxwebûna darayî ji bo herêman, tenê hibra li ser kaxezê ye." Hikûmeta fîdralî li Bexdayê li şûna ku bibe parêzerê sîstemê, çavkaniyên dahatê qorix kirine û wek karta guşarê li dijî Herêma Kurdistanê bi kar tîne.

Ev siyaset bûye sedema wê yekê ku peywendiya navbera Hewlêr û Bexdayê ji "hevpariya destûrî" ve biguhere bo zincîreyek danûstandin û mamaleyên siyasî yên bêdawî. Dema ku mûçeya fermanberekî Herêmahê bi mîzaca siyasî ya Bexdayê ve tê girêdan, wê demê têgeha xwebirêvebirina bimana (Meaningful Self-government) derbeke kujer dixwe.

Di dawiyê de, dema em dibînin sîstema fîdralî li Iraqê gihîştiye binbestê û bawerî bi temamî ji dest çûye, pirsek tê pêş: Gelo dema wê nehatiye ku hizir li modelekî din were kirin ji bo ku li ser bingeheke nû, dubare peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê werin rêkxistin? Bêguman bersiva eşkere ji bo van pirsan ew e ku bi zelalî tekez li ser wê were kirin ku niha desthilatdarên Iraqê, bi taybetî yên ku berpirsyariya dîrokî ya vê qonaxê digirin stûyê xwe û desthilatê li welat birêve dibin, divê ew yek li cem wan zelal be ku niha Iraq li pêşberî dureyaneke hestyar a dîrokî ye. Wekî Serok Barzanî çendîn caran tekez kiriye, di vê qonaxê de Iraq pêwîstî bi wê heye ku serkideyên siyasî ewqas wêrekî hebin ku mikur li şaşî û şikestinên rabirdûya xwe bînin û hewldanên xwe li ser bingeha "hevparî, hevsengî û lihevkirinê (sazan)" kom bikin, da ku bi hev re destûra sala 2005an, ku zêdetirî 80% ji gelên Iraqê deng pê dane û pesend kirine, wek yek paket (sefqe) were cîbicîkirin. Ew madeyên destûrî ku zêdetirî 50 madeyan in û pêwîstiya wan bi wê heye Parlamentoya Iraqê yasayê ji bo wan derxîne, werin cîbicîkirin û peykera sîstema fîdralî temam bibe û Encûmena Fîdralî li gorî yasayê, mil bi milê Encûmena Nûneran were damezrandin. Herwiha li gorî yasaya damezrandina herêman, rê bi parêzgehên Iraqê were dayîn ku di çarçoveya herêman de xwe rêk bixin, daku zemîne xweş bibe û dewleteke fîdralî, pirrengî, demokratîk û parlamentarî bi şêweyekî durust li Iraqê were damezrandin, û destûra Iraqê bibe ew zemanet ku careke din dîktatoriyet çênebe û bi başî di wê gotina Serok Barzanî bigihîjin ku bi eşkere got: "Eger ew sîstema fîdralî red bikin, em jî dîktatoriyetê red dikin."

Top