Êdî pirsgirêka neteweyan di nav sînorên Sykes-Picot de nayê çareserkirin; modela federalîzma sepandî ezmûna Yûgoslavyaya berê dubare dike
Êdî pirsgirêka neteweyan di nav sînorên Sykes-Picot de nayê çareserkirin; modela federalîzma sepandî ezmûna Yûgoslavyaya berê dubare dike
Tiştê ku di 20 salên borî de li Iraqê qewimî, çîrokeke trajîk a dirêj e û divê em qet rê nedin ku dubare bibe. Lewma eger em bala xwe bidin wê heyamê û bipirsin: Em gihîştin ku derê? Me zêdetirî sê trîlyon dolar xerc kir, bi sedan hezar kes bûn qurbanî, dîrokeke 20 salî ya karesatbar, û di encamê de em wekî Amerîka bi destê vala ji wî welatî vekişiyan. Tiştê ku niha li ser erdê (waqîa) heye, ew e ku em bi eşkereyî dibêjin: "Em nikarin çareser bikin", lewma hewldanên me ji bo wê yekê ne ku komarekê ava bikin, ku wisa xuya dike ji nêrîna Bexdayê ve federal be, lê Kurd bi wê modela niha ya federalîzma Iraqê razî nabin û dixwazin herêmeke wan hebe, xwedî rêveberiya xwe ya rastîn bin. Ev jî çareseriyeke baş e ji ber ku dikarin xwe bi rêve bibin, xwedî çand, ziman, dibistan û heta dikare hêza wan a leşkerî ya navxweyî jî hebe. Lê pirsgirêk ew e ku heman ezmûna Balkan "Balkanized" û Yûgoslavyaya berê dubare bibe, ji ber ku me hewl da hemû pêkhateyên cuda di çarçoveya yek modela federalî de kom bikin, lê di encamê de derket holê ku ew pêkhateyên cuda nikarin li ser yek modela federalî li hev bikin, lewma ev şêwaz tenê ji bo demeke pir kurt berdewam kir, dîsa şer û alozî serî hilda, lewma em neçar bûn ku dabeşî heft parçeyan bikin. Tiştê ku niha li Iraqê jî diqewime bi heman şêweyî ye. Berpirsê min Mike Rubio (Marco Rubio) ku niha her du postên "Wezîrê Derve û Şêwirmendê Ewlekariya Niştimanî" heye, gelekî bi eşkere gotiye: "Êdî bes e û êdî leşkerên xwe naşînin ti cihî û bi milyaran dolaran pûç nakin, ji bo birêvebirina karên me balyozxaneyeke me ya mezin li Bexdayê heye ku bi du milyar dolaran hatiye avakirin, konsulxaneyeke me ya mezin jî li Hewlêrê heye ku bi 800 milyon dolaran hatiye avakirin".
Tom Barrack
Balyozê Amerîka li Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Serok Trump bo Sûriye û Libnanê
5ê Kanûna Pêşîn 2025, kanala "The Nation News"
Iraq 2005-2025
Ezmûneke siyasî ya têkçûyî û dîrokeke karesatbar
Bîst sal û du meh beriya niha, tam di 15ê Cotmeha 2005an de di referandûmeke gel de destûra Iraqê bi bidestxistina serê 80%ê dengê welatiyan hate pesendkirin, û rêveberiya George W. Bush di wê demê de hêvî dikir ku di çarçoveya vê destûrê de Iraq wekî dewleteke "Federal, Demokratîk, Parlamenterî, Piralî" bê avakirin, û dawî li şer û aloziya Iraqê bê anîn û dewleteke nîştimanî ya hevdem bê damezrandin. Lê piştî derbasbûna 242 mehan careke din rêveberiya Donald Trump bi eşkere radigihîne û Tom Barrack Balyozê Amerîka li Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Serok Trump bo Sûriye û Libnanê dibêje: "Tiştê ku di 20 salên borî de li Iraqê qewimî, dîrokeke karesatbar û çîrokeke trajîk bû. Qet careke din rêveberiya Amerîkî rê nade dubare bibe". Ev îtîrafkirina eşkere ku hevdem e ligel belavkirina raporta "Stratejiya Ewlekariya Neteweyî – NSS", ku roja 5ê Kanûna Duyem a 2025an bi îmzeya Trump hatiye belavkirin, wê wateyê dide ku gotinên Tom Barrack beşek e ji stratejiya nû ya ewlekariya neteweyî ya Amerîkayê taybet bi Iraqê ve di sala 2026an de.
Raporta Stratejiya Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê, di destpêkê de bi pirsekê dest pê dike ku dipirse: "Stratejiya Amerîkayê çi ye?"
Vêca eger di çarçoveya vê pirsa sereke de ku raporta Stratejiya Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê nîqaş kiriye û ji niha ve wekî karnameya Koşka Spî li ser asta navxweyî ya Amerîka û cîhanê pêk tîne, em careke din gotinên Tom Barrack ji bo siyaset û stratejiya Amerîkayê li hember proseya siyasî ya Iraqê şîrove bikin, wê demê bi hêsanî hest pê tê kirin ku di sala duyem a rêveberiya Trump de, siyaset û stratejiya Amerîkayê li hember Iraqê 180 pile berevajî dibe û mirov dikare ji gotinên Tom Barrack bersiva kurt bo wan pirsên di raporta Stratejiya Ewlekariya Niştimanî de hatine ji bo siyaseta paşerojê ya Amerîkayê li hember Iraqê werbigirin, bi vî awayî:
Stratejiya Rêveberiya Trump li Iraqê çi ye?
Di heyama 20ê Kanûna Pêşîn a 2025an ku Trump bi fermî sonda yasayî xwar û bû 47emîn serokê Amerîkayê, heta 5ê Kanûna Pêşîn a 2025an ku stratejiya nû ya ewlekariya neteweyî ya Amerîkayê hat belavkirin, Donald Trump tenê behsa karên neh mehên rêveberiya xwe dike û dibêje: "Ew veguhertina ku me di wê heyama kurt de bi dest xistiye, bi dirêjahiya dîrokê ti rêveberiyeke din nekarîbû pêk bîne.." ku beşek ji vê veguhertinê girêdayî şer û pirsgirêkên Rojhilata Navîn e ku bêguman heta niha jî Iraq wekî Çarçoveya Hemahengî ya Şîe tekezî li ser dikin, li ser asta siyasî beşek in ji mîhwera berxwedana îslamî ya Şîe ku ev jî aliyekî sereke yê pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.
Tom Barrack, derbarê guhertina stratejiya Amerîkayê li hember Iraqê, amaje bi gotineke Mark Rubio dike ku niha Wezîrê Derve û Şêwirmendê Ewlekariya Niştimanî ye ku gotiye: "Êdî bes e. Leşkerên me li ser erdê – No more boots on the ground- namînin û bi milyaran dolarên xwe pûç nakin. Me balyozxaneyeke gelek mezin bi du milyar dolaran li Bexdayê ava kiriye, konsulxaneyeke mezin jî bi qasî 800 milyon dolaran li Hewlêrê ava kiriye, karê vana çi ye?"
Di van çend peyvan de Tom Barrack stratejiya Amerîkayê ya li hember Iraq û Herêma Kurdistanê xistiye rû û wî bi xwe bersiva wê pirsê daye ku karê Balyozxaneya Amerîkayê li Bexda û Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê ew e ku peywendiyên dîplomatîk ên di navbera Bexda û Washingtonê herwiha Hewlêr û Washingtonê rêk bixin. Ev rêkxistin jî ku bi awayekî ji rastkirina stratejiya Amerîkayê li Iraqê şîrove jê re tê kirin, ew e ku divê desthilatdarên niha yên Iraqê bersiva wê pirsa Rêveberiya Trump bidin bi wê yekê "Gelo Iraq dewletek e di çarçoveya Rêxistina Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, yan dewleteke kûr e di bin sîwana dewleta Iraqê de?" Bêguman rêveberiya Trump bersiva vê pirsê bi pratîkî ji desthilatdarên Iraqê dixwaze û desthilatdarên Iraqê jî gelekî baş tê gihiştine ku Serok Trump ji bo bersiva vê pirsê cidî ye û tawîzê qebûl nake.
Aliyekî din ê têkçûna stratejiya berê ya Amerîkayê li hember Iraqê ew e ku rêveberiya Trump bi temamî gihîştiye wê qenaetê ku ew sîstema federalî ya di destûra Iraqê ya 2005an de nexşerê bo hatiye danîn mehal e û nayê cîbicîkirin. Ev jî ji ber wê yekê ye ku Fayeq Zêdan Serokê Encûmena Desthilata Dadwerî di Sibata 2024an de bi daxuyaniyeke fermî ya desthilata dadwerî ragihand "Hizra damezrandina herêmeke din a federalî 'ji bilî Herêma Kurdistanê' gefê li yekparçeyî û ewlekariya Iraqê dike", ji vê jî zêdetir Zêdan amaje bi wê yekê dike "Rewşa dirustbûna Herêma Kurdistanê cuda ye û serdemek bûye ku hikûmeta navendî desthilat li wê herêmê nebûye û paşê jî li ser asta hemû aliyan itîraf pê hatiye kirin".
Wate, ev gotinên Serokê Encûmena Desthilata Dadwerî ya Iraqê bi eşkere maneya wê yekê ye ku parêzgehên "Erebên Sunne û Şîe" pirsgirêka wan nîne eger herêmeke din li Iraqê neyê dirustkirin, lê Herêma Kurdistanê wê waqîayê qebûl nake û bi wê modela sîstema federalî razî nabe, lewma divê hewl bê dayîn mekanîzmeke nû bê dîtin, ji bo ku peywendiyên Herêma Kurdistanê û dewleta Iraqê pê bê rêkxistin. Ev hewldan heta niha jî li ser asta danûstandin û gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê berhemeke wan a wisa nebû, ji ber ku desthilatdarên Çarçoveya Hemahengî ya Şîe hemû hewla xwe xistine ger ji bo ku Herêma Kurdistanê neçar bikin, teslîmî wê emrê waqî (fakt) bin û bikin beşek ji wê sîstema ku ew bi xwe dixwazin. Lê tevî hemû guşarên aborî û leşkerî, Herêma Kurdistanê xweragir bûye û teslîm nebûye, lewma di niha de û di çarçoveya wê siyaseta nû ya Rêveberiya Trump dixwaze li hember tevahiya dewletên Rojhilata Navîn û Iraqê pêk bîne, wê stratejiyê rast bike ku Tom Barrack derbarê wê de bi eşkere dibêje:
1- Amerîka êdî baweriya wê bi guhertina rejîman nîne bi riya darbeyan, piştî Şerê Duyem ê Cîhanê ve Amerîka di 93 darbeyan de dest hebûye, lê jê re derket, bi guhertina rejîman pirsgirêk çareser nabin. Ev jî peyameke gelek erênî ye ji bo aliyên Çarçoveya Hemahengî ya Şîe ku gelekî ji wê yekê ditirsiyan bi riya encamdana darbeya leşkerî ji desthilatê bên dûrxistin.
2- Amerîka êdî baweriya wê bi sepandina sîstema siyasî bi giştî û sîstema "Federalî û Demokratî" nîne ku berê nav lê kiribûn "Avakirina Neteweyê – Nation Building", ji vê jî eşkeretir ew e ku gihîştine wê qenaetê ku di nav sînorên destçêkirî yên "Sykes-Picot" de pirsgirêka neteweyên Rojhilata Navîn çareser nabe, baştirîn mînak jî bûyerên herêma Balkanê ne di salên nodî yên borî de ku hewl dan di çarçoveya sîstema federalîzmê de Yûgoslavyayê bi yekparçeyî bihêlin, lê di encamê de dabeş bû bo heft parçeyan. Vêca ji bo ku heman bûyer careke din rû nede, divê netewe mekanîzmeke nû bibînin ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe. Ev jî peyameke erênî ye ji bo Kurdên her çar parçeyan, ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê, ji ber ku di niha de kar ji bo wê tê kirin Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi cureyek ji lamemerkezî (nenavendî) pirsgirêka wan bê çareserkirin û Kurdên Bakur jî bi riya proseya aştiyê.
3- Derbarê Herêma Kurdistanê wekî beşek ji dewleta Iraqê, bi eşkere itîraf bi wê kiriye, ku ew komara Amerîka dixwaze li Iraqê ava bike û Bexda wekî komareke federalî wêne dike, Herêma Kurdistanê bi wê komara federalî razî nabe û pêdagiriyê li ser "xwe-birêvebirineke serbixwe ya itîrafpêkirî" dike, ku ev jî di hinek sîstemên federalî de jê re tê gotin "federaliyeta pêşbirkê - competitive federalism", ev jî wate ew herêma federalî li gorî destûrê xwedî pişka rastîn a xwe dibe di bûdceya giştî ya dewletê de, û herêm xwedî parlament û hikûmeta xwe dibe û bi xwe bûdceyê ji bo xwe diyar dike û herêma xwe bi rê ve dibe û ji aliyê pêşkêşkirina xizmetguzariyê ve pêşbirkê (reqabetê) ligel hikûmeta navendî ya federalî dike. Ev şêwaz di stratejiya nû ya Amerîkayê de pêşwazî lê tê kirin û nav lê hatiye kirin "Herêma Kurdistaneke bihêz di çarçoveya dewleta Iraqê de" û Michael Regas Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê di vekirina Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê de bi eşkere tekezî li ser wê kir ku ev araste stûna siyaseta paşerojê ya Washingtonê ye ligel Bexdayê.
Çawa stratejiya Amerîkî li Iraqê ji rê derket û çawa tê rastkirin?
Balyoz Peter Galbraith di bersiva pirseke Gulanê de ku jê pirsîbû: "Di sala 2006an de dema te pirtûka 'Dawiya Iraqê' nivîsî, mebesta te çi bû?" Di bersivê de gelek bi eşkere ji me re got: "Pirtûka min peyam û hişyarî bû ji bo rêveberiya wê demê ya Amerîkayê, mebesta min ew bû ku têbigihînim ku Iraq bi xwezaya xwe wekî dewlet dawî pê hatiye û bi şandina hêza zêdetir a Amerîkayê ava nabe". Ev têgihiştina Galbraith ku wê demê di 2006an de rêveberiya George W. Bush, herwiha xwediyê plana "B" Joseph Biden û Barack Obama, jê fêm nekirin, niha Tom Barrack wekî rehendên giştî yên siyaseta nû ya rêveberiya Trump dixe rû û bi eşkere di medyayê de dibêje: "Kurd neteweyeke cuda ne û çand û zimanê wan ê taybet heye û mafê wan e xwe-birêvebirina serbixwe û heta hêza leşkerî ya lokalî ya xwe jî hebin û cuda bin ji wê sîstema ku Bexda jê re dibêje federalî".
Her piştî sala 2003yan ku rejîma Beis û Sedam hat rûxandin û hakimê medenî ji bo Iraqê hat danîn û Amerîka li gorî biryara Encûmena Ewlekariyê ya Navdewletî ji "Rizgarker" navê xwe guhert bo "Dagirker", stratejiya Amerîkayê ji rê derket û heta ji aliyê Paul Bremer hakimê medenî yê Amerîkayê li Iraqê hewl hat dayîn ku naveroka destûrê ji wan rêkeftinan jî vala bike, ku berê aliyên opozîsyona Iraqê di kongreyên "London, Parîs, Hewlêr"ê de li ser li hev kiribûn. Eger pêdagiriya serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê bi giştî û helwesta Serok Barzanî nebûya bi taybetî, gelek ji wan madeyên destûrî yên taybet bûn bi mafên gelê Kurdistanê di destûrê de nedibûn.
Di sala 2006an de dema rewşa Iraqê teqiya û ji aliyekî ve şerê navxweyî yê mezhebî di navbera Erebên Şîe û Sunne û ji aliyê din ve êrîşa terorîstên rêxistina El-Qaîde dest pê kir, rêveberiya George W. Bush derbarê rewşa Iraqê de bi awayekî tûşî şilbûnê (tevlîhevî) bû, ku neçar bû bi lez grûpekê ji herdu partiyên Komarî û Demokrat ên Amerîkayê pêk bîne û nav lê kir "Grûpa Lêkolîna Iraqê – Iraq Study Group". Ev grûp ku ji aliyê James Baker Wezîrê Derve yê Amerîkayê di rêveberiya George Bushê Bav û herwiha Lee Hamilton kongrêsmanê Demokratan ve serperiştiya wê dihat kirin, ji meha Adara 2006an ve dest bi xebatê kirin û di 6ê Kanûna Pêşîn a 2006an de raporta xwe pêşkêşî Kongrêsê kirin. Tiştê ku di vê raportê de ji bo rastkirina siyaset û stratejiya Amerîkayê hatibûn xisterû, di astekê de lawaz û xirab bûn, ku lêkolerê navdar ê Amerîkî Anthony Cordesman nav lê kiribû "Em li bendê bûn çiya bizê, lê mişk anî!!" Her lewma raspardeyên vê raportê bi pileya yekem bû sedema wê yekê ku madeyên destûra Iraqê bên cemidandin û derî vekirî be, ji bo ku nifûza dewletên cîran ên Iraqê serdest bibe, ji vê jî zêdetir zemîna wê yekê anî pêş ku di nav tiştê jê re tê gotin "Sîstema Federalî" dewleteke kûr dirust bibe ku naveroka sîstema federalî vala dikir.
Di destpêka sala 2011an de dema bi fermana Barack Obama hêzên Amerîkayê ji Iraqê vekişiyan, wekî Ned Parker berpirsê nivîsgeha Associated Press li Bexdayê di gotarekê de nivîsîbû "Me çi li pey xwe hişt: Cîhan pêşwaziyê li dewleteke têkçûyî dike", ev gotara Parker ku tenê piştî salekê ji vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê hatibû nivîsandin, bi temamî ew derxist, piştî vekişîna hêzên Amerîkayê, Iraq bû "dewleteke têkçûyî", her ev dewleta têkçûyî jî bû sedema serhildana rêxistina terorîstên DAIŞê û ragihandina xelîfetiya îslamî li ser beşekî axa Sûriye û Iraqê.
Di sala 2017an de piştî ku gelê Kurdistanê referandûma serxwebûnê encam da û ji hemû cîhanê re ragihand ku di çarçoveya wê sîstema siyasî ya Iraqê de peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê nayên rêkxistin û pêwîstî bi mekanîzmeke nû heye, mixabin civaka navdewletî û di serî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pişta xwe dan Kurdistanê û glopa kesk ji bo hêzên Iraqî û herêmî pêxistin ku êrîşî Kurdistanê bikin. Profesor David Phillips di sala 2018an de di pirtûkeke xwe de bi navnîşana "Xiyaneta Mezin: Çawa Amerîka dev ji Kurd berda û Rojhilata Navîn winda kir - The Great Betrayal: How America Abandoned the Kurds and Lost the Middle East", gelek baş encama wê xiyanetê şîrove kiriye û bi pratîk jî derket ku piştî wê karesatê Amerîka Iraq û tevahiya Rojhilata Navîn ji dest da, û me dît di 31ê Kanûna Pêşîn a 2019an wate şeva serê sala 2020an çawa êrîş kirin ser Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê û êrîşkar çûne nav balyozxaneyê.
Ji Cotmeha 2019an ve ku xwepêşandan li Bexda û çend parêzgehên din ên naverast û başûrê Iraqê dest pê kirin, êdî proseya siyasî ya Iraqê kete nav gêjâva bêserûberiyê û serdestiya grûpên çekdar ên ji yasayê derketî. Ev rewş dirêje hebû heta 6ê Cotmeha 2023yan ku şerê mezin û wêrankeriya Rojhilata Navîn dest pê kir, lê şêwaza muameleya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di astekê de ligel wan bûyeran bala cîhanê kişand, ku Antony Blinken wezîrê berê yê derve di rêveberiya Biden de di Sibata 2024an de dema pêşwazî li Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Kurdistanê kir, bi eşkere got: "Piştgiriya hikûmeteke bihêz, seqamgîr û xweragir a Herêma Kurdistanê dikin".
Di 20ê Kanûna Duyem a 2025an de ku rêveberiya Trump dest bi kar kir, muameleya wê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî hikûmeteke "bihêz, seqamgîr, xweragir" bû cihê wê baweriyê ku ev rêveberî bikaribe bi pişta xwe girêdan bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê arasteya ji rê derketî ya stratejiya Amerîkayê li Iraqê rast bike û wekî Tom Barrack jî tekezî li ser dike "Konsulxaneya mezin a Hewlêrê bes e ji bo ku peywendiyên di navbera Hewlêr û Washingtonê vegerin ser riya xwe ya rast".
Zemîna guncaw ji bo têgihiştina hevbeş di navbera Bexda û Hewlêrê de
Dr. Mihemed Şiya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê di meha borî de di Korbenda Aştî û Seqamgîrî li Rojhilata Navîn ku li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li bajarê Duhokê birêve çû, tekezî li ser wê kir ku di niha de "pirsgirêka siyasî di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de nemaye û tiştê heye pirsgirêka teknîkî ye û peywendî bi şandên danûstandinê yên herdu aliyan ve heye". Piştî vê korbendê jî hatina Nûrî Malikî Serokê Dewleta Yasa (Dahiyeyê) bo Kurdistanê û civîna dualî ligel Serok Barzanî, ev jî nîşaneke din e ji bo wê yekê ku serkirdeyên Çarçoveya Hemahengî ya Şîe mebesta wan e pirsgirêkên siyasî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de ligel Serok Barzanî çareser bikin.
Beriya van her du bûyeran jî, cureyek ji têgihiştinê di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser hinardekirina petrola Kurdistanê hat pêş û rêkeftineke sê alî "Hikûmeta Herêmê, Kompanya, Hikûmeta Iraqê" li ser têçûna berhemanîna petrolê hat îmzekirin. Ev rêkeftin ji bo heyama sê mehan bû, lê wê dirêje hebe, heta ev xûla nû ya Parlamentoya Iraqê dest bi kar dibe û projeyasaya petrol û gaza federalî tê pesendkirin.
Ev veguhertina di peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de hatiye pêş, bêyî hewla navbeynkariya Amerîkayê nebûye, û Mark Rubio Wezîrê Derve û Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê rola xwe tê de dîtiye, û her piştî îmzekirina rêkeftina sê alî li ser hinardekirina petrola Kurdistanê bo derve, bi telefonê destxweşî li Serokwezîrê Iraqê kir, bi wê yekê ku dubare hinardekirina petrola Kurdistanê dest pê kiriye.
Aliyekî din ku dibe zemîneke guncaw ji bo têgihiştina navbera Bexda û Hewlêrê, pirsa cîbicîkirina destûra sala 2005an a Iraqê ye. Derbarê vî alî de ku berdewam aliyê Kurdistanî tekezî li ser wê dike, ku tawîz li ser mafên destûrî yên gelê Kurdistanê nadin, dikare ew madeyên girêdayî mafên gelê Kurdistanê û ew madeyên girêdayî desthilatên sînordar ên hikûmeta federalî û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî pê tên rêkxistin, bibin xala hevbeş ji bo dubare rêkxistineweya peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Bi maneyeke din dikare ew bernameya wezarî ya rêkeftin li ser hat kirin ji bo pêkanîna kabîneya hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî di Cotmeha 2022yan de, careke din bê kirin bi bingeh ji bo rêkeftina nû ya navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta paşerojê ya Iraqê, lê vê carê aliyê Amerîkî bibe navbeynkar û şahid ji bo ku di wê heyama jê re tê diyarkirin, hemû ew madeyên destûrî yên ji bo cîbicîkirina wan pêwîstiya wan bi derxistina yasayê heye û hemû ew madeyên destûrî yên pêwîstiya wan bi biryara cîbicîkar a Encûmena Wezîran heye bikarin di wê dema diyarkirî de bên cîbicîkirin.
Danûstandinên vê carê ji bo pêkanîna hikûmeta paşerojê ya Iraqê gelek giran nabe û tê pêşbînîkirin di wê heyama destûrî ya jê re hatiye danîn zêdetir dirêje nekêşe, sedema sereke ji bo vê pêşbîniya geşbînî vedigere wê yekê ku balansa hêzê di navbera pêkhateyên cuda yên Iraqê de guhertin bi ser de hatiye. Her wekî mînak niha bê kêşmekêş aliyên Çarçoveya Hemahengî ya Şîe dikarin fraksiyona mezin a parlamentoyê dirust bikin û rasterast piştî hilbijartina serokê parlamento û serok komar, kandîdê fraksiyona mezin ji bo pêkanîna hikûmetê raspêrin.
Li ser asta pêkhateya Erebên Sunne ku hemûyan bi awayekî ji awayan ligel aliyên Çarçoveya Hemahengî ya Şîe hevpeyman in, yan di nav hêzên Heşdî Şeibî de pile û postên wan hene, pirsgirêka wan a mezhebî wekî Sunne ligel aliyên siyasî yên Şîe nîne û tenê daxwaza xizmetguzarî û avedankirina parêzgehên xwe û azadkirina hinek ji girtiyên siyasî dikin, lewma pirsa destnîşankirina serokê parlamentoyê jî ji bo Sunneyan gelek pirsgirêkê dirust nake.
Dimîne aliyê Kurdistanî wekî aliyekî sereke di proseya pêkanîna hikûmeta paşerojê ya Iraqê, ku hemû aliyên siyasî yên Çarçoveya Hemahengî li helwest û biryarên Serok Barzanî dinêrin, her lewma eger li ser mafên destûrî yên gelê Kurdistanê ligel Çarçoveya Hemahengî ya Şîe bigihîjin rêkeftinê, pirsa postên Kurdistanî jî di nav hikûmeta paşerojê ya Iraqê de pirsgirêkê dirust nake û bi hêsanî Serok Barzanî biryarê li ser dide.
Avakirina sîstemeke siyasî ku li gorî bejna paşeroja Iraqê be
Psîkolojiya beşa herî zêde ya elîta siyasî û akademîk a Erebên "Sunne û Şîe" yên Iraqê baweriya wan bi sîstema "Federalî û Demokratî" nîne. Gelek ji elîtên Erebên Sunne û Şîe yên Iraqê dema em guftûgoyê ligel wan dikin, me ji wê rastiyê agahdar dikin ku ew ne ligel sîstema federalî û demokratî ne û baweriya wan jî pê nîne, yan di baştirîn halet de ji me re dibêjin: "Baş e hûn çi cure sîstemeke federalî dixwazin?" Ev jî wekî wê yekê ku sîstema federalî qalibekî bînin deynin û yekser wekî xwe kopî bê kirin. Ew ji wê bêagah in ku federalîzm wekî Michael Greve profesorê yasayê li Zanîngeha George Mason di hevpeyvînekê ligel kovara Gulanê de pênase kiriye û dibêje "Sîstema federalî bi wî awayî dîzayn hatiye kirin, ku bersivdaneke destûrî be, ji bo pirsgirêkeke siyasî ku li welat heye, ev jî bi wê maneyê çawa di nav dewletê de hikûmetekê damezrînin ku bikaribe li ser asta nîştiman biryara yekalîker li ser çareserkirina pirsgirêkan bide, bêyî wê yekê ku ev hikûmet (hikûmeta federalî) ewqas desthilat li cem xwe kom bike ku metirsiyê li ser 'paşeroja azadiyê' dirust bike", ev jî tam maneya wê yekê ye ku federalîzm berî wêya wekî sîstemekê bê dîzaynkirin ji bo birêvebirina welat, rêkeftineke siyasî ya dilxwazane ye ji bo şêwaza pêkەوەsazî û parastina azadiyê li welat, vêca ev rêkeftina siyasî ku paşê di çarçoveya dîzaynekê siyasî de tê kirin sîstemek ku hemû netewe û olên cuda, yan hemû pêkhateyên cuda wê sîstemê bi rengvedana îradeya xwe dizanin û ew rengvedan jî dibe nasnameyeke hevbeş ku pêkhateyên cuda wekî nasnameyeke nîştimanî ya hevbeş şanaziyê pê dikin.
Li welatekî wekî Iraqê de ku serokê encûmena desthilata dadweriya wê dirustkirina herêma federalî li ser asta parêzgehan bi gef ji bo ser seqamgîrî û yekparçeyiya welatê xwe di qelem bide, qet ew zemîne dirust nabe, ku hemû pêkhateyên cuda yên Iraqê bigihîjin rêkeftineke siyasî ji bo ku di çarçoveya wê rêkeftina siyasî de sîstemekê dîzayn bikin ku welat pê bi rê ve bibin. Li ser vê pirsê tenê ji sala 1992yan heta niha ku dike zêdetirî 32 salan, di nav aliyên siyasî yên Iraqî de di serdema opozîsyonê û piştî sala 2003yan jî de piştî rûxana rejîma Beis û Sedam, gotûbêj û danûstandin li ser wê tê kirin "Gelo federaliyet maneya yekgirtin û yekîtiya dilxwazane ye, yan maneya cudabûnê ye?", bersiva vê pirsê heta niha jî li cem beşa herî zêde ya elît û akademîsyen û siyasetmedarên Iraqê lastîkî ye û tefsîreke wê ya cîgir nîne. Her wekî mînak yek ji wan akademîsyenên Erebên Iraqê ku me vexwendibû ji bo yek ji gotûbêjên "Bazneya Guftûgo" ya beşê Rewşenbîrî û Ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo axaftina li ser nêrîna Iraqiyan ji bo Herêma Kurdistanê, Mueyed Salim Cihêşî Serokê Peymangeha Iraqî ji bo piştgiriya Federalîzmê, gelek bi eşkere ji me re got: "Ez serokê enstîtûyekê me ji bo piştgiriya federalîzmê, lewma bi eşkere dibêjim tiştek nîne navê wê federalîzma siyasî be, tiştê heye federalîzma kargêrî ye û hûn li Herêma Kurdistanê daxwaza dewleta serbixwe dikin". Bala xwe bidinê, ev nêrîn û boçûna akademîsyenekî Erebê Sunne yê Iraqê ye ku bi hîsab piştgiriyê li sîstema federalîzmê dike, ji wê bê agah e ku herêmeke wekî Skotlandê ku beşek e ji Şanşîna Brîtanyaya Mezin, asta serxwebûna wan gihîştiye wê astê ku diravê taybet bi xwe hebe û tîma (helbijardeya) wê herêmê wekî tîma dewletan beşdariyê di pêşbirkên cîhanî de dikin, ev di demekê de ye li ser asta Iraqê rê nadin werziş û qehremanên me di pêşbirkên cîhanî de ala Kurdistanê ligel ala Iraqê pêk re bilind bikin.
Ev paşxana (background) psîkopolîtîk a beşa herî zêde ya elîta Erebên Iraqî eger em nebêjin mehal e guhertin bi ser de were, nîv-mehal e bi hêsanî guhertin bi ser de were. Dîroka 20 salî ya hevdem a dewleta Iraqê ji bo hemû aliyekî selmandibû ku eqliyeta desthilatdarên Iraqê li ser asta siyasî û yasayî, sîstema siyasî pê diqulipînin (hezm nakin), lewma baştirîn rê li gorî boçûna pisporên yasa û yasaya destûrî ew e ku li dû cîgirê sîstema federalî bigerin. Wekî Tom Barrack dibêje "Ew komara Amerîka dixwaze ji bo Iraqê ava bike, ji nêrîna Bexdayê ve federalî ye, lê Kurd bi wê sîstema federalî razî nabin, lewma divê hizir li mekanîzmeke din bê kirin û Kurd jî mafê wan e xwebirêvebirina serbixwe ya pratîkî ya dirust hebe û xwediyê hêza leşkerî ya xwe bin".
