• Monday, 09 February 2026
logo

Rûsya- Serokwezîr Mîhail Mişutîn bi Koronayê ketiye

Rûsya- Serokwezîr Mîhail Mişutîn bi Koronayê ketiye
Serokwezîrê Rûsyayê Mihail Mişutîn aşkere kir ku ew bi nexweşiya Koronayê ketiye.

Medyaya Rûsyayê belav kiriye ku duhê roja pêncşemê Serokwezîrê Rûsyayê Mîhaîl Mişutîn konferanseke vîdyoyî ligel Serok Vladimîr Putîn pêk aniye û ji Putîn re aşkere kiriye ku ew bi nexweşiya Koroanyê ketiye.

Herwiha Mihaîl Mişustîn aşkere jî kiriye bo parastina hevkarên xwe endamên kabîneyê xwe kerentîne bike bo ku jiyana hevkarên xwe nexe jêr metirsiyê. Herwiha wê Andrey Belousov erka serokwezîriyê li cihê Mihaîl Mişustîn birêve bibe.

Mihaîl Mişustîn beriya bi çend mehan weke serokwezîrê nû yê Rûsyayê hatibû destnîşankirin.

Basnews
Top