Çekdarên Daişê hêrişek li dijî HSDyê encam dan
Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov belav kirîye, duhî dû çekdarên Daişê li gundewarê Dêrazrorê hêrişek bo ser otombêleke serbazîya Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) li nêzîkî kargeha Gazê li bajarokê Cidîdat Egîdat encam dabû. Di encam de, 3 şerveanên HSDyê birîndar bûn.
Li gor Riwangehê, hevdem Hêzên Sûrya Demokrat bi dûv wan re çûn û li nêzîk bîyav a Konîko ya Gazê teqe li wan kirin û dû ji Daişîyan birîndar bûn û hejmarek jî hatin desteserkirin. Dûv re hevpeymanîya Nêvdewletî deketineke asmanî li wî cihî encam dan.
K24
