• Monday, 09 February 2026
logo

Rusiya Teqîna Efrînê şermezar dike

Rusiya Teqîna Efrînê şermezar dike
Hikumeta Rusiya nîgeranî ya xwe derbirî derbarê wan alozîyên berdewam li ser sinûrê Sûrya Tirkiyê û ragehand ku pêwîste şer li dijî teroristan li Suriya berdewam be û yekêtîya axa Suriyê jî bihête paraztin.

Gotbêja wezareta derve ya Emerîkayê, Marîya Zaxarova, di daxuyandinekê de ragehand, Em nîgeranîn ji wan alozîyên ku li deverên sinûrî yên Suriya Tirkiya rû didin.

Derbarê teqîna Efrînê, ku li 28ê/Nîsana/2020 rûda û di encam de, 40 kesan canê xwe ji dest dan ku 11 ji wan zaro bûn û 47 kes jî birîndar bûn. Gotebêja wezareta derve ya Rûsiya got: Em gelek nîgeranin û wê kiryarê şermezar dikîn.

Got jî: Ti elternatifek bo dijînîkirina terora wan girûpan nîne, ku ji alîyê Civata Nêvdewletî ve wek girûpêm terorist hatine nasîn. Lê divê ji bîra me neçe, ew de verên hanê axa Suriya ne û di dawîyê de her dibe veger jêt desthelata hikumeta Suriyê.

K24
Top