• Monday, 09 February 2026
logo

Serok Barzanî peyameke serxweşiyê belav kir

Serok Barzanî peyameke serxweşiyê belav kir
Îro roja pêncşemê Serok Mesûd Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî malbara Hemeyê Evdirehman Axayê Silêmanî kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi xemeke zêde ve îro pênçşem 30.04.2020 xanima Nî'metxana keça Hemeyê Evdirehman Axayê Silêmanî û xuşka xwedê jêrazî Nazdarxana Xanima xwedê jêrazî Kek Îdrîs, fermana xwedayê mezin bi cîh gihand û koça dawî kir.

Ji bilî spasiyên minên ji bo hemû xelkê Kurdistanê, ji ber sedema belavbûna şewba Korona û pabendbûna bi rêkarên Wezareta Tendirustî û bi navê parastina selametiya welatiyan, pirseya xwedê jêrazî Nî'metxan birêve naçê. Daxwaz dikim li malên xwe her kes bi dua û xwendina Fatîhe yê pirse û hevxemiya xwe derbibrin.

Xwedayê mezin xêr û padaşta hemû aliyek bide û xwedê jêrazî jî bi bihûşta fireh şad bike.

Basnews
Top