• Monday, 09 February 2026
logo

Şanda Kurdistanî li gel Ebadî û Malikî civiya

Şanda Kurdistanî li gel Ebadî û Malikî civiya
vê îro jî li gel hin aliyên din bicive
Şanda hikûmeta herêma Kurdistanê yaku niha li Bexdayêye, duhê bi şev bi awayekî cuda li gel her yek ji her du Serokwezîrên berê yên Îraqê Nûrî Malikî û Heyder Ebadî civiya.

Di civînan de her du alî behsa rewşa giştî ya Îraqê, prosesa ava kirina kabîneya nû ya Îraqê û kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û hewldanên heyî yên bo çareser kirina kêşeyên han kirin.

Weke tê zanîn şanda Kurdistanî bi Serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê, ev sê roje li Bexdayêye û heta niha li gel piraniya rayedar û Serkirdeyên aliyên siyasî yên Îraqê civiyaye.
Top