• Monday, 09 February 2026
logo

Lîza Kakeyî: Pêwîste hêza Pêşmerge vegere navçeyên Kurdistanî

Lîza Kakeyî: Pêwîste hêza Pêşmerge vegere navçeyên Kurdistanî
Parlementer Lîza Kakeyî aşkere kir divê hêza Pêşmerge vegere navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û hêzên Iraqê nikarin wan herêman biparêzin.

Îro roja pêncşemê 30.04.2020an Parlementera Partiya Demokara Kurdistanê li Parlementoya Kurdistanê Lîsa Kakeyî ji BasNewsê re axivî û aşkere kir divê demildest Pêşmerge vegerin herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê lewre rêxistina DAIŞê rojane êrîşî wan herêman dike û xelkê sivîl dike armanc.

Herwiha Lîza Kakeyî got: “Piştî 16 Cotmeha 2017an û vekişîna hêzên Pêşmerge li herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne boşahiya emnî li wan herêman durist bû û gelek kurdên li wan herêman in bûne penaber û hatin Hewlêrê. Ew kesên li herêmên xwe jî mane niha di rewşeke metirsîdar dene û daxwaza vegera Pêşmerge dikin bo herêmên wan. Em jî daxwaz dikin divê Pêşmerge vegerin herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û can û malê xelkê biparêzin. “

Di berdewamiyê jî de Lîza Kakeyî destnîşan kir metirsiya DAIŞê li ser wê xelkê heye û rêxistina terorîst a DAIŞê rojane xelkê medenî û hêzên Iraqê li wê herêmê dike armanc û ev jî delîla wê yekê ye ku hêzên Iraqî nikarin rêgiriyê di ber DAIŞê de bikin û divê Pêşmerge vegere herêmê.

Basnews
Top