• Monday, 09 February 2026
logo

Ragehandina Wezareta Tenduristîyê

Gulan Media April 30, 2020 Nûçe
Ragehandina Wezareta Tenduristîyê
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare 65 ya evro Dûşembîyê, 29ê Nîsan a 2020 belav kir û ragehand. Ev jî deqa wê ragehandinê ye.

Deqa ragehandina Wezareta Tenduristîyê:

Ragehandina Wezareta Tenduristîyê

Hejmare 65

Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:



Kerentîn
Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (9,372) hevwelatî bûn. Niha tenê (1,528) hevwelatî di kerentînan de man e di (33) cihên cuda de, (436) li Hewlêrê, (225) li Silêmanîyê, (826) li Duhokê û (41) jî li Raperîn. (7,844) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din li 24 demjimêrên burî hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (176) Hevwelatî ne.



Pişkinîn:
Di dema 24 demjimêrên burî de, (1,612) pişkinîn hatin encamadan. (795) li Hewlêrê, (502) li Silêmanîyê, (300) li Duhokê û (15) jî li Raperîn.

Di encam de, ti haletên nû yên tûşbûnên li Herêma Kurdistanê nehatin tomarkirin.



Amara giştî:
Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (366) kes in, di nav wan de, (5) haletên mirinê hene û (325) nexweş jî çêvebûne û nexweşên mayî jî tenê (36) nexweş in û di bin çavdêrîya pizîşkî de ne.

Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.



Wezareta Tenduristîyê

Hikumeta Herêma Kurdistanê

29-4-2020
Top