Berdevkê HSDê bersiva tohmetên Tirkiyê da
Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Kîno Gabriyêl beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû.
Berdevkê HSDê ragihand ku ew teqîna li Efrînê û hemû kiryarên terorîstî yên li Sûriyê şermezar dikin û li ser pirsa, “hûn kê tawanbar dikin bi teqînê” got, “Ti zanyariyek li ber destê me de ye ka kî li pişt vê êrişê ye. Lê ev li navçeyên ku di destê Tirkiyê de ye hatiye kirin. Divê ew ewlekariya wan deveran biparêzin.”
Kîno Gabriyêl amaje bi wê jî kir, gelek kêşe di navbera grûpên çekdar de hene ku Tirkiyê piştevaniya wan dike û “hewl dide wan bikar bîne. Tirkiyê kêşe li gel Cebhet El Nusreyê jî hene ku berê piştevaniya wê dikir. Gelek dijraberî li hemberî Tirkiyê hene li wan navçeyên di destê wê de ne.”
Herwiha Berdevk ê HSDê diyar dike, Tirkiyê bi mebesta civaka navdewletî û Sûriyê têxe nav tevgerekê bêyî lêpirsînekê HSD bi encamdana wê teqînê tawanbar kir û got, “ev yek ji aliyê me bi rengekî giştî tê redkirin û şermezarkirin.”
Derbarê hebûneke hêzên HSDê li Efrînê jî Kîno Gabriyêl got ku erka wan ew rewşa ewlehî li hemû navçeyan bişopînin û diyar kir, “Efrîn tevî ku ji aliyê artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, beşek ji Rêveberiya Xweser e. Lê weke HSD ti hebûneke me ya yekser li wê navçeyê nîne. Li gor zanyariyên me hinek grûp hene li wê deverê ji xelkê Efrînê, berevaniyê di ber xaka xwe de dikin. Lê em dûr dibînin ku ew kes bi vê kiryarê rabin ku kesên sivîl hatinre armanckirin. Em dikarin van karan girê bidin bi Cebhet El Nusreyê û grûpên ser bi Tirkiyê ve. Ew grûp li navçeyên din jî ku dixwazin xelkê bitirsînin bo koçberiyê, teqînan pêk tînin.”
Li ser tohmetbarkirina YPG bi wê teqînê ji aliyê Tirkiyê ve, Kîno Gabriyêl dibêje, “Pêwîst e hikûmeta Tirkiyê belgeyên xwe pêşkêş bike bi awayekî rasteqîne. Ne ku tenê aliyan tohmetbar bike. Pêwîst e lêpirsîne rasteqîne bê kirin.”
Berdevkê HSDê tekez jî dike, “Wan navçeyên ku hêzên me lê hebûn me karîbû ewlehiya wan navçeyan biparêzin.”
Rudaw
