• Monday, 09 February 2026
logo

Amerîkayê teqîna Efrînê şermizar kir

Gulan Media April 30, 2020 Nûçe
Amerîkayê teqîna Efrînê şermizar kir
Wezareta Derve ya Amerîka teqîna duh a li Efrînê hatiye kirin û bi dehan welatiyên sivîl bûne qurbanî, şermezar kir.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo li ser tora civakî ya twittera xwe teqîna duh li Efrînê hatiye kirin şermizar kir û ragihand, ew kiryarên terorist ku sivîl dibin qurbanî, ji kîjan aliyê ve bên kirin, nayin qebûl kirin. Hewwaha piştevaniya Amerîka ya ji bo ragihandina agirbestekê li Sûriyê ragihand.

Mike Pompeo ragehand: “Piştî wî kiryarê terorist ê li Efrînê hatiye kirin û hejmarek mezin ji sivîlan bûne qurban, Amerîka careke din piştevaniya xwe ji bo agirbestekê li seranserî Sûriyê nîşan dide.”

Pompeo got; “Ev kiryara şerxwaz ji aliyê kîjan aliyên milmilaneyê ve hatibe kirin, ew nayin qebûl kirin.”

Duh teqîneke bihêz bi rêya barhilgireke bombekirî ve hate kirin, di encamê de, zêdetir ji 50 kesî canê xwe jidest dan û dora 140 kesî jî birîndar bûn

Basnews
Top