• Monday, 09 February 2026
logo

Li Erzînganê jina 99 salî ji Covid-19ê rizgar bû

Gulan Media April 29, 2020 Nûçe
Li Erzînganê jina 99 salî ji Covid-19ê rizgar bû
Li parêzgeha Erzîngana Bakurê Kurdistanê 2 pêketiyên bi vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19) ku ji wan yek 99 salî bû piştî dermankirinê wan baş bûn.

Testa koronayê ya Safiye Dagdelan a 99 salî û Ercan Yalçin ê 44 salî pozîtîv derketibû û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Zanîngeha Bînalî Yildirim a Erzinganê dihat dermankirin.

Piştî çaresekirina bijîşkî Safiye Dagdelan û Ercan Yalçin ji vîrusa koronayê pak bûn.

Karmendên nexweşxaneyê Dagdelen û Yalçin bi çepikan oxir kirin.

Herdu rizgarbûyên koronayê dê li malên xwe bo heyama 14 rojan bêne kerentînekirin.

Rudaw
Top