• Monday, 09 February 2026
logo

Erdogan ji Trump re nameyek şand: Bila pêwendiyên me bihêztir bibin!

Gulan Media April 29, 2020 Nûçe
Erdogan ji Trump re nameyek şand: Bila pêwendiyên me bihêztir bibin!
Serkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji serokê Amerîka Donald Trump re nameyek şand û daxwaz kir pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê bihêztir bibin.

Hikûmeta Tirkiyê bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê hinek pêdiviyên tenduristiyê (mask û kinc û htd…) ji Amerîka re şand.

Serkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi wê firokeya ku alîkariyên tenduristiyê dibir Amerîka, nameyek jî serokê Amerîka Donald Trump re şand.

Erdogan di nameyê de, ji ber wan kesên ku li Amerîka bi vîrusa Koronayê mirine, sersaxî da Trump û hêvî xwast Amerîka di demek kurt de bi ser Koronayê de bi ser bikeve.

Serkomarê Tirkiyê di nameyê de behsa pêwendiyên Tirkiye û Amerîka jî kiriye û gotiye, ew hez dike piştî Koronayê jî pêwendiyên wan bihêztir bibin û zêdetir pêş bikevin.

Basnews
Top