• Monday, 09 February 2026
logo

Brîtanya li ser teqîna Efrînê hate deng

Gulan Media April 29, 2020 Nûçe
Brîtanya li ser teqîna Efrînê hate deng
Wezîrê Dewletê bo Karûbarê Derve yê Brîtanî dilgiraniya xwe ji teqînên li Efrînê nîşan da û daxwaza agirbestekê li seranserî Sûriyê kir.

Wezîrê Dewletê bo Karûbarê Derve yê Brîtanî James Cleverley li Twittera xwe teqîna duhî ya Efrînê şermezar kir û ragihand, raportên behsa teqîna Efrînê dikin, diyar dikin bi dehan welatiyên sivîl bûne qurbanî, raportên metirsîdar in.

Got jî: Brîtanya bang li Netewên Yekgirtî û hemû aliyan dike, ta agirbestekê li seranserî Sûriyê rabigihînin, ji ber ku Sûriyan gelek êş û azar dîtine.

Duhî teqîneke bihêz bi riya barhilgireke bombekirî hate kirin, di encamê de, zêdetir ji 50 kesî canê xwe jidest dan û dora 140 kesî jî birîndar bûn.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, ev wek mezintirîn teqînên heta niha li Efrînê rû dane, tê hejmartin.

K24
Top