Li Hesekê yekemîn haleta tûşbûna bi koronayê hat ragihandin
Rêveberê Giştî yê Nexweşxaneya Qamişlo Dr. Omer Akub ji Rûdawê re ragihand ku li Hesekê jineke ku temenê wê di 50 saliyê de ye tûşî Koronayê bûye.
Dr. Omer Akup da zanîn ku ew jin niha li nexweşxaneyê di beşa taybet de ye û rewşa wê ya tendirustî baş e.
Dr. Akub dibêje çend rojan berî niha nimûneya pişkinîna wî jinê şandibûn taqîgeha navendî li Şamê û niha bi telefonê ew haydar kirine ku encam pozîtîv bûye wate hilgirê vîrusa coronayê ye.
Rêveberê Giştî yê Nexweşxaneya Qamişlo herwiha da xuyakirin ku nexweşxane amade ye ku pêşwaziyê ji wan kesan bike ku bi koronayê ketine, lê girîng e xelk di vê demê de xwe ji qerebalixiyê biparêze û di malê de bimîne.
Rudaw
