• Monday, 09 February 2026
logo

HRW daxwaza şandina alîkariyên tenduristî bo Rojavayê Kurdistanê dike

Gulan Media April 29, 2020 Nûçe
HRW daxwaza şandina alîkariyên tenduristî bo Rojavayê Kurdistanê dike
Rêxistina Human Rights Watch (HRW) daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî dike, biryara rawestandina derbaskirina alîkariyên mirovî bo Rojavayê Kurdistanê hilweşîne.

Rêvebirê Beşê Milmilane û Krîzan di HRW de Gerry Simpson Ragihand, bi belavbûna vîrusa Korona li seranserî cîhanê re, divê serkirdeyên cîhanê rê bidin alîkarî û tîmên tenduristiyê bigihînin navçeyên ku pêwîstiya wan bi alîkariyan heye.

Da zanîn jî, du milyon kes li bakurê rojhilatê Sûriyê asê mane û keresteyên pêwîst ji bo rûbirûbûna vîrusa Korona li wê navçeyê peyda nabin.

Gerry Simpson daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî kir, biryara rawestandina derbaskirina alîkariyên mirovî di deriyê Til Koçer re bo Rojavayê Kurdistanê hilweşîne û rê bide ku alîkarî di wê derî re derbas bibin.

Ji sala 2014an ve li gor biryareke navdewletî re, alîkariyên mirovî di 4 deriyên sînorî re derbasî Sûriyê dibûn û 4 milyon Sûrî sûdê ji werdigirin. 2 derî bi Tirkiyê re, deriyek bi Urdinê û deriyê Til Koçer bi Iraqê re bû, ku di wî derî re alîkarî derbasî Rojavayê Kurdistanê dibû.

Di bin fişara Rûsyayê de, Encûmena Asayişa Navdewletî di meha Çileya bûrî de, derbaskirina alîkariyên mirovî bo Sûriyê ji 4 deriyên sînorî daxist tenê di 2 deriyan re hîşt, ew herdu derî jî tenê di Tirkiyê re ne û deriyê Til Koçer a bi Iraqê re.

Herwiha daxwaz ji Hikûmeta Sûriyê jî kir, derbaskirina alîkariyan ji bo Rojavayê Kurdistanê asteng neke û rê bide ku tîmên tenduristiyê derbasî wê herêmê bibin.

Li gor zanyariyan, heta niha tenê haleteke pêketina bi vîrusa Korona li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Hesekê hatiye ragihand û kesekî jî bi wê vîrusê canê xwe jidest daye.


K24
Top