• Monday, 09 February 2026
logo

11 kesên din li Parêzgeha Hewlêrê bi Koronayê ketin

Gulan Media April 28, 2020 Nûçe
11 kesên din li Parêzgeha Hewlêrê bi Koronayê ketin
10 ji wan şêniyên bajarokê Soranê ne
Wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya herî dawî de ku roja sêşmeê belav kiriye ragihandiye ku li parêzgeha Hewlêrê 11 kesên din bi Koronayê ketine.

Li gor daxuyaniya han 10 ji wan kesan şêniyên bajarê Soranê ne û endamên du malbetanin ku berketiyên wan kesanin ku beriya niha bi Koronayê ketibûn.

Herwiha keseke din jî li taxa Endaziyarî ya Hewlêrê bi Koronayê ketiye.

Top