• Monday, 09 February 2026
logo

Li Besrayê 37 kes ji şînekê bi Korona ketin

Gulan Media April 28, 2020 Nûçe
Li Besrayê 37 kes ji şînekê bi Korona ketin
Li bakurê bajarê Besra yê Iraqê ji ber danîna şînekê, 37 kes bi vîrusa Korona ketin.

Berpirsekî ji Tenduristiyê ya Besrayê ji K24ê re ragihand, ji ber danîna şînekê li nahiya Harse ya bakurê Besrayê, 37 kes bi vîrusa Korona ketin.

Diyar kir jî, bi van 37 kesan, hejmara kesên li parêzgeha Besrayê bi vîrusa Korona ketine gihîşt 318 kesan.

Amaje bi wê jî da, ew rêkarên guncaw digirin ber, ji bo ku careke din ew rewşa metirsîdar a niha rû daye, dubare nebe.

Li Iraqê heta niha hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine gihîştiye 1884 kesan, ji 88 kesan canê xwe jidest dane, ji wan 17 kes li Besra ne.
Top