• Monday, 09 February 2026
logo

Xortekî Kurd li Kuweytê canê xwe ji dest da

Gulan Media April 28, 2020 Nûçe
Xortekî Kurd li Kuweytê canê xwe ji dest da
Xortekî Kurd ê bi navê Ehmed Ebdullah ku bi Ehmed Kurdî dihat naskirin û li gel tîmeke xwebexş ji bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê li Kuweytê kar dikir, di bûyereke hatin û çûnê de canê xwe ji dest da.

Kurmetê wê xortî, Omer Kurdî ji Rûdawê re ragihand, Ehmed Ebdullah sala 1999an li Kuweytê ji dayik bûye û her nîştecihê wî welatî bû, piştre diçe Danmarkê û piştî ku îqameya wî welatî werdigre, vedigere Kuweytê.

Omer Kurdî da xuyakirin, Ebdullah di çend heftiyên bihorî de li gel tîmeke xwebexşan li Kuweytê beşdarî di rûbirûbûna vîrusa Koronayê de kiriye, lê belê duh şev tûşî bûyereke trafîkê bûye û canê xwe ji dest daye.

Ew xizmê wî ciwanê Kurd dibêje: “Abdullah li navçeya Rey Sinaa tûşî bûyerê bûye û otomobîla wî li blokeke betony ketiye û agir bi otomobîla wî ketiye. Gelek hewl hatin dan ku ew bihê rizgarkirin, lê belê ruxmî hemû hewldanan, canê xwe ji dest da.”

Ehmed Kurdî 21 salî bûye û malbata wî di serdema desthilata Sedam Hisên de çûne Kuweytê û berî ku Iraq êrîşî Kuweytê bike, li gel piraniya malbatên Kurd ên li Kuweytê koçî Ewropayê dike.

Piştî ku Kuweyt ji dagîrkeriya Iraqê tê rizgarkirin, derdora 50 malbatên Kurd vedigerin wî welatî û li navçeya Holî akincî dibin. Piraniya nîştecihên wê navçeyê Kurd in.

Rudaw
Top