• Monday, 09 February 2026
logo

Li Rojhilatê 10 kes hatine îdamkirin

Gulan Media April 28, 2020 Nûçe
Li Rojhilatê 10 kes hatine îdamkirin
îdam kirin li çar bajarên Rojhilat pêk hatiye
Îdam kirina welatiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve didome û rojane herî kêm welatiyek tê darde kirin.

Li gor amarên berdest di nava 8 rojên derbazbûyî de herî kêm 10 girtiyên Kurd li girtîgehan ji aliyê rejîma Îranê ve hatine îdamkirin.

Piraniya îdamkirinan li bajarên Sine, Seqiz, Urmiye û Kirmaşanê çê bûne.

Beşeke zêde ji wan îdamkiriyan ew kesên ku ji girtîgeha Seqizê di dema raperîna girtîgehê de ji girtîgehê reviya bûn.
Top