• Monday, 09 February 2026
logo

Ferset Sofî: Hîn jî di qonaxeke metirsîdar dene

Gulan Media April 27, 2020 Nûçe
Ferset Sofî: Hîn jî di qonaxeke metirsîdar dene
dibêje hikûmet piştîvaniya kerta dermansaziyê dike
Îro piştî nîvroyê parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî di dema vekirina kargeheke dermanan de daxuyaniyeke taybet da Kurdistantvê.

Ferset Sofî eşkere kir ku hîn jî metirsiya Koronayê mane û di qonaxeke metirsîdar ya Koronayê dene lewre lazime xelk pêbendî şîretên tendirostî be.

Derbarê vekirina kargeha çê kirina dermanan de jî Sofî anî ziman ku vekirina vê kargehê nîşaneya vê yekê ye ku Kurdistan di warê tendirostî de gavên baş avêtiye û pêşkeftinên mezin bidest aniye.

Nav hatî eşkere kir ku hikûmeta Kurdistanê li gor karînên xwe vê piştîvaniya pîşesaziya derman û çê kirina dermanan bike.

Top