Kampeke koçberên Rojava hat kerentînkirin
Li gor zanyariyên îdareya Kampa Dareşekran, piştî destnîşankirina pêketiyekî koronayê, îro, 27.04.2020, hatinûçûna bo nav wê kampê bi hemû şêweyekê hatiye qedexekirin. Herwiha vekirina dukan û bazarên nav kampê jî hatiye qedexekirin û her kesê ku biryarê binpê bike, dê bê cezakirin.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê roja Yekşemê, 26.04.2020, aşkere kiribû ku li parêzgaha Hewlêrê 2 kes bi vîrusa koronaya nû (COVID-19) ketine ku yek ji wan zilamekî temen 32 salî yê rûniştvanê Kampa Dareşekran bû û di kompanyayekê de ya li Hewlêrê kar dikir. Pêketiyê din ê koronayê jî rûniştvanê bajarokê Kesnezan bû.
Îskender Salih, Rêveberê Ofîsa Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Hewlêrê, ji Rûdawê re ragihand, “Ew kesê li Dareşekranê bi koronatê ketiye, li kompanyayekê kar dikir û roja 18.04.2020, ji kampê derketiye û venegeriyaye nav kampê.”
Li gor amarên Wezareta Tendirustî, heta niha li Herêma Kurdistanê, 347 kes bi vîrusa koronayê ketine û ji wê hejmarê jî 320 kes baş bûne û 4 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Rudaw
