NY: Hikûmeta Herêmê karekî cuda bo rûbirûbûna Korona kiriye
Nûnera Sekretera Giştî ya Netewên Yekgirtî li Iraqê Jenin Hennes-Blackshart di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ew ji nêzîk ve karên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dişopînin û wê karekî gelekî baş di rûbirûbûna Korona de kiriye.
Diyar kir, rûbirûbûna Korona ne tenê karê hikûmetê ye, ti hikûmetek bi tena xwe nikare rûbirûyî Korona bibe, ew karê hemû welatiyan e û divê rênimayên tenduristiyê peyrew bikin.
Tekez kir jî, mixabin metirsiya nexweşiya Korona maye, ji ber wê jî divê her kesek agahdar be, lê niha desthilatên Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybet jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, karekî gelekî baş kiriye.
Ev piştî wê tê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê, komek rêkar û rênima girtine ber û qedexeya çûnûhatinê ragihandiye.
Ji encamên wan rêkar û rênimayan, rêjeya pêketin û mirina bi vîrusa Korona li gor welatên derdorê kêm e, ku heta niha 347 kes bi Korona ketine, ji wan 4 kesan canê xwe jidest dane û 320 kes jî baş bûne.
K24
