Herêma Kurdistanê amade ye dosêya petrolê bi temamî radestî Bexdayê bike
Di konfiranseka rojnamevanî ya hevpişik de li Hêmin Hewramî û serokê Perlemana Kurdistanê û Dr, Dara Reşîd, wezîrê pilandananê yê hikumeta Herêmê, Awat Şêx Cenab, wezîrê darayîyê yê hikumeta Herêmê aşkera kir, bo çareserkirina arîşeyên neşandina mûçeyê ji Bexda, wan çend kesên peywendîdar dîtine û di wê bawerîyê de ne bi van nêzîkan çareser bibe.
Dara Reşîd, wezîrê pilandanana hikûmeta Herêma Kurdistanê di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, li rêkkevtina meha 12 ya sala burî û di civînên çend rojên derbaz bûyî jî de li Bexdayê, şanda hikumeta Herma Kurdistanê amadeyî ya xwe nîşan daye daku ne 250 hezar bermîlên rojane, lê tevaya dosêya petrola Herêma Kurdistanê radestî Bexda bike, lê bi wê mercê Bexda tevaya şayiste yên darayî yên Herêma Kurdistanê bide li gel pereyên Kompanyayên Petrolê.
Awat Şêx Cenab, wezîrê darayîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, di civînên Bexda bo xerckirina mûçeyê, em gehiştîne mîkanîzm û darijtineka hevpişik bo bilindkirina bîrewernameyekê bo serokê wezîran, niha jî ew bîrwername li pêş serok wezîrane daku biryara xerckirinê bide.
Got jî: Me ne tenê behsa mûçeyê kir, lê me behsa Xaz û Karebê jî kir û rêkkevtîn.
K24
