Li Idlibê hêzên Tirkiyê û El Nusra li hev dan - Kuştî û birîndar hene!
Duhî ji bo birêvebirina gereke çavdêriya ya hevbeş a hêzên Rûsî û Tirkî li ser riya M4 li herêma Idlib ya Sûriyê, Tirkiyê hêzeke mezin li ser riya M4 kom kir û xwast komên çekdar ji ser rê rake û xelkê nerazî yên kom bûne, belav bike.
Li gorî agahiyên saziya mafên mirov ya Sûriyê, ji ber wê yekê pevçûn di navbera wan de derket, hêzên Tirkiyê 2 kes kuştin, herwiha firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê otombîleke çekdarên Cebhet El Nusra (Heyet Tehrîr Şam) bombebaran kir û di encamê de 2 çekdarên El Nusra hatin kuştin û 3 çekdar jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, çekdarên El Nusra jî êrîşî xala çavdêriyê ya Tirkiyê li navçeya Neyrebê kirin û hejmarek serbazên Tirkiyê birîndar kirin. Ew birîndar jî bi Helîkopteran bo Tirkiyê hatin guhastin.
Ji roja 13ê Adarê ve, wek nerazîbûn li ser birêveçûna gerên hevbeş ên hêzên Rûsî – Tirkî li başûrê Idlibê, hejmarek kes li ser riya navdewletî ya M4 li başûrê Idlibê kom bûne û çadir vegirtine û rêgiriyê li gerên Rûsî – Tirkî dikin.
Basnews
