Kurdekî Efrînê: Bigihin hewara me, kok li me qelandin
Welatiyekî Kurd ê ji gundê Qere Tepe ya Efrînê di vê peyama xwe de ku ji pêşkêşkarê Rûdaw TV, Dilbixwîn Dara re şandiye, behsa zulm û zordariya çekdaran û ereban li ser kurdên Efrînê dike û daxwaz dike, ku Kurd bigihin hawara Efrîniyan.
Ji ber ku herêma Efrînê niha di kontrola çekdarên opozisyona Sûrî û artêşa Tirkiyê de ye, Rûdaw wek prensîpeke exlaqî û pîşeya rojnamevaniyê, ji ber parastina canê wî, nav û dengê wî kesî belav nake û tenê naveroka peyama wî belav dike.
Naveroka peyama wî Kurdê ji Efrînê wiha ye:
“Merheba birayê Dilbixwîn, em ji Efrînê ne, Ereban em xwarin, Cêyş El Hur em xwarin.
Darên me tev qut kirin, Erebên vê mentîqê me dişelînin.
Ez ji gundê Qere Tepe me, kok li me anîn, çareya me çi ye, rêka me çi ye?
Çavên te maç dikim, dengê me bi serokê me gihîne.
Ereban em xwarin, ne dîn hîştin, ne îman hîştin, tiştek nehîştin.
Darên me qut kirin, rezê me çêrandin.
Zadê me çêrandin, çi heye gî kirin, mabêna Qere Tepe û Qestelê intîhakat mekin in.
Wê me ji nêza bikujin, alîkariya ku tê jî nadin Kurmancan, didin Ereban.
Tiştek ji Kurdan re tune ye.
Em li ser vî erdî mane, em dibêjin em axa xwe biparêzin, kesek alîkariya me jî nake.
Ya Rebî em dexîlê te ne.
Birayê min xeberê bide serokê Kurdan, ez bi qurban, bila çareyekê ji me re bibîne.
Van Ereban em xwarin.
Çareyekê ji me Kurdan re bibînin, ez bi qurbane we bîmo.
Bangî serok Mesûd kin, welahî rê li ber me nemane.”
Rudaw
