• Monday, 09 February 2026
logo

Yekitiya odeyên bazirganî û pîşesaziya Kurdistanê: Rewşa dergehên sînorî normal bûye

Gulan Media April 27, 2020 Nûçe
Yekitiya odeyên bazirganî û pîşesaziya Kurdistanê: Rewşa dergehên sînorî normal bûye
Berdevkê yekitiya odeyên bazirganî û pîşesazî ya Herêma Kurdistanê, her kes û bazirganê ku nirxa tiştan giran bike, dê were sizadan.

Berdevkê yekitiya odeyên bazirganî û pîşesazî ya Herêma Kurdistanê, Karwan Sûrçî ji BasNewsê re got, rewşa dergehên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi welatên cîran re mîna dema belavbûna vîrusa Koronayê nîne û normal bûye û çalakiyên bazirganî jî didomin.

Karwan Sûrçî her wiha got, rojane tişt û pêdiviyên rojane ji dergehên sînorî re derbasî Kurdistanê tên kirin. Yanê ti kêmasî û tengaviyek di vî warî de nîne.

Li ser giranbûna nirxa tiştan jî Karwan Sûrçî got, me bername daniye em bi bazirganan re bicivin da ku ti kes û bazirganek di meha Remezanê de nirxa tiştan giran neke. Kî wê yekê bike dê were sizadan.

Bi gotina berdevkê yekitiya odeyên bazirganî û pîşesaziyê, kirîza ku ji ber neşandina mûçeyê Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve derketiye, bandorê li ser çalakiyên bazirganî nake.


Basnews
Top