• Monday, 09 February 2026
logo

Li Sûriyê heta niha 42 kes bi koronayê ketine

Gulan Media April 26, 2020 Nûçe
Li Sûriyê heta niha 42 kes bi koronayê ketine
Li Sûriyê rewşa 5 nexweşên koronayê baş bû û bi vî awayî heta niha 11 pêketiyên wê vîrusê baş bûne. Herwiha heta niha 42 haletên pêketina bi koronayê hatine tomarkirin.

Wezareta Tendirustiya Sûriyê ragihand ku, 5 kesên din ên bi vîrusa koronaya nû (COVID-19) ketibûn baş bûne.

Li gor amarên Wezareta Tendirustiya Sûriyê ragihandibûn, heta niha li wî welatî, 42 kes bi koronayê ketine û 3 kesan jî canê xwe ji dest daye.

Li gor amarên Wezareta Tendirustî ya Sûriyê, heta niha 11 kesên pêketiyên koronayê rewşa wan asayî bûye û ji wê vîrusê xilas bûne.

Yekemîn haleta pêketina bi koronayê li Sûriyê di 22 Adarê de hatibû tomarkirin.

Rudaw
Top