Seroka komîsyona deverên Kurdistanî: Eger Pêşmerge venegere rewş dê zêdetir aloz bibe
Parlementera Kurdistanê û seroka komîsyona deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê, Ciwan Rojbeyanî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, ev demek e çekdarên DAIŞê bi eşkere li deverên Kurdistanî çalakiyên terorîstî dikin. Hêzên Iraqî yên ku li wan deveran in jî nikarin berevaniyê bikin.
Ciwan Rojbeyanî her wiha gotiye, guman heye ku hêzên ku li wan deveran bicîh bûne, çavên xwe ji çalakiyên DAIŞê re bigirin. Ev jî gelekî metirsîdar e.
Bi gotina wê parlementera Kurdistanê, hêzên Pêşmerge dikarin wê valahî û lawaziya ewlehiyê tijî bikin, ji ber wê jî divê Pêşmerge li wan deveran bicîh bibe, eger wisa nebe rewş dê zêdetir aloz bibe.
Basnews
