• Monday, 09 February 2026
logo

Serokwezîrê Brîtanyayê vedigere ser karê xwe

Gulan Media April 26, 2020 Nûçe
Serokwezîrê Brîtanyayê vedigere ser karê xwe
Piştî ketina bi vîrûsa koronayê û dûrketina ji karê xwe bo dema zêdeyî sê hefteyan, Serokwezîrê Brîtanyayê roja Duşemê vedigere ser karê xwe.

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ji alîkarên xwe re ragihandiye ku pizîşkên wî jê re gotine, rewşa te ya tendirûstî baş e û niha dikarî vegerî ser karê xwe.

Johnson daye zanîn ku dixwaze roja Duşemê vegere ofîsa serokwezîr û dest bi karê xwe bike, hevdem serokatiya kempîna hikûmeta Brîtanyayê ya rûbirûbûna vîrûsa Koronayê dike.

Dawiya meha derbasbûyî, Boris Johnson di peyameke vîdeoyî de ragihand ku testa Koronayê kiriye û encama testê pozîtîv derketiye, loma li malê xwe kerentîne dike, lê piştî derbasbûna nêzîka hefteyekê rewşa wî ya tendirûstî têk çû û bo yek ji nexweşxaneyên Londonê hat veguhestin û di jêr çavdêriya hûr a pizîşkî de bû.

Piştî du rojan li nexweşxaneyê ma, rewşa wî ya tendirûstî baştir bû û vegeriya male û di wê demê de pizîşkan li malê çavdêriya tendirûstiya wî dikirin.

Rudaw
Top