• Monday, 09 February 2026
logo

Bengîn Rêkanî: Iraq dikare tenê vê mehê mûçeyên fermanberan dabîn bike

Gulan Media April 26, 2020 Nûçe
Bengîn Rêkanî: Iraq dikare tenê vê mehê mûçeyên fermanberan dabîn bike
Bengîn Rêkanî dibêje, hikûmeta Iraqê dikare tenê vê mehê mûçeyên fermanberan dabîn bike.

Ji bo dabeşkirina mûçeyê fermanberan, Wezareta Darayî li benda wan pereyan e ku hikûmeta Iraqê mehane ji Herêma Kurdistanê re dişîne, ji ber daketina bihayê petrolê û nebûna budceya pêwîst heta niha mûçeyê fermanberên Iraqê nehatiye dabeşkirin, di wê çarçoveyê de, mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê jî nehatiye şandin.

Tê çaverêkirin, vê mehê wek mehên derbasbûyî mûçe were dabeşkirin û çarenivîsa mûçeyê mehên pêş jî bo hikûmeta Mistefa Kazimî bê rasipardin.

Bengîn Rêkanî, Wezîrê Avakirin û Niştecihkirinê yê Iraqê dibêje, “Niha gotûbêj û guvaş hene ku pereyê vê mehê bo Herêma Kurdistanê bihê şandin, weke hemû mûçewergirên Iraqê. Meha bê jî eger hikûmeta nû ya Îraqê hate avakirin, wê li gel Hewlêrê hevahengiyê bikin li ser heman pirsên ku niha hene.”

Rêkanî got jî, hikûmeta Iraqê dikare tenê vê mehê mûçeyên fermanberan dabîn bike û eger hikûmet neyê pêkanîn Bexda mûçeyî naşîne.

Bo dabînkirina mûçeyê fermanberan, çend rê li ber hikûmeta Iraqê ne, wek kişandina pereyên yedek ên Banka Navendî, deynên derve, kêmkirina mûçe û çend rêyên din, lê heta niha biryara dawî li ser awayê dabînkirina mûçe û dabeşkirinê nehatiye dayîn.

Di vê derbarê de Endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Şêrwan Mîrza ji Rûdawê re got, “Mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê di dema dabeşkirina mûçeyê fermanberên Iraqê de tê şandin Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amadebûna xwe pêşan daye bo radestkirina petrolê û ew jî beşeke zêde ya pirsgirêkên ligel hikûmeta navendî çareser dike."

Endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê behsa wê yekê jî kir, “Yek ji egerên bihêz ew e ku hikûmeta Iraqê pereyên yedek ên Banka Navendî bikar bîne ji bo dabînkirina mûçe û ji 71 milyar dolarên yedek, hikûmet dikare 36 milyar dolarî bikar bîne. Ew jî dibe garantiyek ku heta 10 mehên din pirsgirêk bo mûçeyê fermanberan çênebe.”

Ji bo dabînkirina mûçeyê mehane yê fermanberan, pêdiviya hikûmeta Iraqê bi nêzîka 4 trîlyon dînar heye, lê ji ber daketina bihayê petrolê nikare mehane yekê ji sê beşên van pereyan dabîn bike.

Rudaw
Top