• Monday, 09 February 2026
logo

Qaymeqamê Şingalê: Derdora 300 çekdarên DAIŞê ji Sûriyê derbasî Şingal û Mûsilê bûne!

Gulan Media April 26, 2020 Nûçe
Qaymeqamê Şingalê: Derdora 300 çekdarên DAIŞê ji Sûriyê derbasî Şingal û Mûsilê bûne!
Qaymeqamê Şingalê ragihand, bi sedan çekdarên DAIŞê ji Sûriyê derbasî Şingal û Mûsilê bûne!

Qaymeqamê Şingalê, Mehma Xelîl ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, çalakiyên DAIŞê li devera Şingalê zêdetir bûne û roj bi roj metirsî li ser Şingalê zêde dibe.

Mehma Xelîl her wiha gotiye, li gorî agahiyên ku wan bi dest xistine, di heyama çend rojên borî de 300 çekdarên DAIŞê ji Sûriyê derbasî devera Şingal û Mûsilê bûne. Ev jî tehdîdek cidî ye li ser deverê.

Qaymeqamê Şingalê bang li aliyên pêwendîdar kiriye, pêşiya wê metirsiyê bigirin beriya ku felaketek din biqewime.

Basnews
Top