• Monday, 09 February 2026
logo

Kazimî lîsteyeke nû amade dike

Gulan Media April 26, 2020 Nûçe
Kazimî lîsteyeke nû amade dike
vê aliyên şîe îşev li ser lîsteya nû bicivin
Piştî ku 5 aliyên serekî yên şîe li Îraqê lîsteya kabîneya nû yaku ji aliyê berbijêrê nû yê bo postê Serokwezîriya Îraqê Mistefa Kazimî ve hatibû amadekirin, red kirin, Kazimî dîsa lîsteyeke nû amade kir.

Biryare îro Kazimî dîsa lîsteya nû ya navên wezîrên ku di kabîneya nû de cîh bigirin pêşkêşî aliyên şîe bike daku erê bikin anjî red bikin.

Tê payîn ku Serkirdeyên aliyên şîe îşev bo nirxandina navên nû ku ketine lîsteyê civin û bersifa Kazimî bidin.

Duhê aliyên şîe eşkere kiribûn ku eger nav bi dilê wan bin vê lîsteyê qebûl bikin beruvajî lîsteyê dîsa red bikin.

Weke tê zanîn piştî dev jikar berdana Adil Ebdulmehdî ji Serokwezîriyê, Kazimî sêyemîn kese ku bo ava kirina kabîneyê tê pîwerdarkirin.
Top