• Monday, 09 February 2026
logo

Ta niha li Brîtanya 5 kurd bi vîrusa Koronayê mirine

Gulan Media April 25, 2020 Nûçe
Ta niha li Brîtanya 5 kurd bi vîrusa Koronayê mirine
Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brîtanya ragihand, li Brîtanya 5 kurd bi vîrusa Koronayê mirine.

Nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Brîtanya, Karwan Cemal ji BasNewsê re got, 5 kesên kurd li Brîtanya bi vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dane.

Karwan Cemal her wiha got, ji bilî wan kesan çend kurdên din jî li wî welatî bi vîrusa Koronayê ketine û li nexweşxaneyan de hatine razandin.

Bi gotina nûnerê hikûmeta Kurdistanê, herî zêde kurdên ku li bajarên Lenden, Bîrmengham û deverên bakûrê naverasta Brîtanya dijîn, bi vîrusa Koronayê ketine.

Karwan Cemal da zanîn, komek welatiyên Herêma Kurdistanê li Brîtanya ji ber tedbîrên li hember Koronayê, asê mane û got, em hewl didin wan vegerîn Kurdistanê.

Li gorî amarên fermî, heta niha li Brîtanya 143 hezar û 464 kes bi vîrusa Koronayê ketine û 19 hezar û 506 kes pê mirine.

Basnews
Top