• Monday, 09 February 2026
logo

Li Tirkiyê û Bakur hejmara qurbaniyên koronayê gihişt 2600 kesan

Gulan Media April 25, 2020 Nûçe
Li Tirkiyê û Bakur hejmara qurbaniyên koronayê gihişt 2600 kesan
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di heyama rojekê de 109 kesên din bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dan û hejmara qurbaniyan gihişt 2600 kesan.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettîn Koca, dawîn amarên qurbanî û pêketiyên vîrusa koronaya nû (COVID-19) belav kirin.

Li gor amarên hatine belavkirin, di heyama 24 demjimêran de 109 kesên din bi vîrusa koronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane û 3122 pêketiyên din ên koronayê hatine tomarkirin.

Herwiha hatiye belavkirin ku di heyama rojekê de 3246 pêketiyên koronayê jî piştî wergirtina çareseriya pizîşkî baş bûne.

Li gel dawîn amaran, hejmara qurbaniyên koronayê gihişt 2600 kesan û hejmara pêketiyan jî bû 104 hezar û 912 kes. Hejmara nexweşên ku ji vê vîrusê rizgar bûne jî gihişt 21 hezar 737 kesan.

Rudaw
Top