• Monday, 09 February 2026
logo

Amerîka hêz dişîne sê welatên Rojhilata Navîn

Gulan Media April 25, 2020 Nûçe
Amerîka hêz dişîne sê welatên Rojhilata Navîn
li Îraq û Kuwaitê hêzên cengî tên bicîhkirin
Li gor daxuyaniyeke wezareta berevanî ya Amerîkayê, vê di havîna îsal de Amerîka hêzên leşkerî bişîne Îraq, Efxanistan û Kuwaitê.

Li gor daxuyaniya wezareta berevaniya Amerîkayê şandina hêzên leşkerî yên Amerîkî bo wan her sê welatan, di çarçoveya pilana guhertina cîhên leşkerên Amerîkiye.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku cîhbicîh kirina pilana han 6 heta 13 mehan berdewam dibe.

Di çarçoveya pilana han de hêzên şerker yên Amerîkî li Îraq û Kuwaitê tênbicîhkirin.

Weke tê zanîn Amerîka hêzên xwe li beşa şîenişîn ya Îraqê vekêşandine.
Top