• Monday, 09 February 2026
logo

Ew wezîrê Almanî ku bo zarokên Kurd digiriya koça dawî kir

Gulan Media April 25, 2020 Nûçe
Ew wezîrê Almanî ku bo zarokên Kurd digiriya koça dawî kir
Norbert Blum ku di 1991an de serdana sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê kiribû û ji bo zarokên Kurd giriyabû, koça dawî kir.

Siyasetmedar Norbert Blum, di heyama her çar kabîneyên Helmut Kohl li Almanyayê, Wezîrê Kar û Civakê bû û di koça sala 1991an de, serdana sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê kiribû û jib o zarokên Kurd giriyabû.

Norbert Blum ku yek ji wan siyasetmedaran bû daxwaza çareserkirina pirsa Kurd dikir, şeva derbasbûyî, di temenê xwe yê 84 salî de koça dawî kir.

Piştî raperîna sala 1991an a xelkê Başûrê Kurdistanê û koça bi milyonan, Norbert Blum serdana sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê kiribû ku rewşa Kurdan bibîne û piştî vegerê di hevpeyvînekê de li gel televîzyoneke Almanyayê gotibû, “Nabe Kurd li cîhanê bên belavkirin. Eger ev bê kirin, armanca Sedam Husên a bo jinavbirina Kurdan pêk tê. Divê Kurd vegerin ser axa xwe, lêbelê bi parêzeriya Netewên Yekgirtî û pêwîste navçeya aram bê pêkanîn.”

Jibilî hejmareke zêde ya serkirde û siyasetmedaran, Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel jî xemgîniya xwe li ser koça dawî ya Blum derbirî û got, “karîgeriya wî li ser karê min ê siyasî gelek hebû.”

Rudaw
Top